Hilbijartina Herêmî ya Iraqê: Li Kerkûk û Mûsilê Kurd bi ser ketin
Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê a Iraqê encamên hilbijartina herêmî ya 18ê Kanûna Pêşiyê eşkere kir. Li Kerkûkê partiyên kurdan 7 kursiyên encûmena xwecihî ya ji 15 endaman pêk tê bi dest xistin, li Mûsilê jî hevpeymaniyên ereban piraniya kursiyan bi dest xistin. PDKê wek partiya duyemîn 4 kursî û YNKê jî 2 kursî bi dest xistin.