Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê a Iraqê di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê de encamên hilbijartina herêmî eşkere kir.
Komîsyonê ragihand ku ji sedî 94,4ê sindoqan hatine vekirin û rêjeya beşdarbûna hilbijartinê jî ji sedî 41 e.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê ji 15 kursiyan 5 kursî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî 2 kursî bidest xistin. Li Mûsilê PDK ku di rêza duyemîn de cih girt, ji 26 kursiyan 4 kursî bi dest xistin û YNK-Partiya Komunîst jî 2 kursî bi dest xistin. Koalîsyona Sunnî ya Nînovayê ku piraniya wan partiyên Ereb ên Sunnî ne, bû yekemin û 5 kursî bi dest xist.
YNK li Kerkûkê yekem e
Li gorî encamên Kerkûkê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi 139 hezar dengan bû yekemîn û 5 kursî bi dest xist. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi 46 hezar dengan 2 kursî bi dest xist. Her weha Partiyên Kurd ji 15 kursiyan 7 kursî bi dest xistin.
Li Kerkûkê Lîsteya Koalîsyona Ereban bi 98 hezar û 174 dengan di rêza duyemîn de û Lîsteya Bereya Tirkmenên Hevgirtî yên Iraqê jî bi 72 hezar û 28 dengan di rêza sêyemîn de cih girt.
Li gorî van encaman YNKê 5 kursî, Koalîsyona Ereban 3 kursî, Bereya Tirkmenan 2 kursî, PDK 2 kursî, Qaîdeya Ereban 2 kursî, Hevpeymaniya Ereban 1 kursî û Kotaya Xiristiyanan jî kursiyek bidest xistiye.
PDK li Mûsilê duyem e
PDK li Mûsil e, bû partiya duyemîn. Tifaqa partiyên Ereban di rêza yekemîn de cih girt.
Koalîsyona Sunnî ya Nînowaya 141 hezar û 749 deng, PDKê 127 hezar û 938 deng, YNK û Partiya Komunîst 45 hezar û 939 deng bi dest xistine.
Ji 26 kursiyên Meclisa bajarê Mûsilê, Hevpeymaniya Nînowayê ya bi serokatiya walîyê berê Necim Cibûrî 5 kursî, PDK 4 û YNK jî 2 kursî bi dest xistin.
Di hilbijartina ku tê de nêzîkî 16 milyon kes mafê wan yên dengdanê hebû, bi giştî 5 hezar û 904 namzed ji partî û hevpeymanan ji bo 275 kursiyan hevrikî kirin.
Di vê hilbijartinê de kurdên şebek, kurdên êzîdî, feylî û mendayî jî ji kotaya 10 kursî ya ku ji bo mesîhiyan hatiye veqetandin sûdê werdigirin.
(AEK/AY)