Ji ber nûçeya “Goştên Heyva Sor li otela wekîlê AKPyê derket” dadgehê rojnameger ceza kiriye
Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Bitlis Newsê Sînan Aygulî derxistibû holê ku goştên Heyva Sor a Tirkiyeyê yên ji bo li xizanan bên belavkirin, li otela Serokê Şaxê Tetwanê yê Heyva Sor Battal Taşar û Parlamenterê AKPyê yê Bedlîsê Cemal Taşarî tên bikaranîn.