Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Duyem a Asliye Cezayê, Serokê Komeleya Rojnamegeran a Bedlîsê û Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Bitlis Newsê Sînan Aygul bi 6 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye. Ji ber nûçeyeke Aygulî ya 3 sal berê hatibû weşandin, dadgehê ev biryar daye ku nûçe bi ser navê “Goştên Heyva Sor li otela wekîlê AKPyê derket” hatibû weşandin.
Dadgehê di 20ê Nîsana 2023yan de ev biryar daye û duh gihîştiye ber deste Aygulî. Dadgehê bi îdiaya ku “Parêzbendiya kargehê binpê kiriye (li gorî Xala 116/2yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan)” ev ceza li Aygulî biriye.
Ji ber ku doz li gorî “rêziknameya birîndarkirina sivik” hatiye vekirin, dadgehê ji çarê yekê cezayî kêm kiriye û daxistiye 4 meh û 15 rojan.
Aygulî beriya niha jî ji ber hin nûçeyên xwe hatibû cezirin. Ger dadgeha bilind vî cezayê dawiyê pesend bike, Aygul li gorî Xala 58an a TCKyê wê hemû cezayê xwe li girtîgeheke sergirtî bikişîne.
Bixwîne - Rojnameger Sînan Aygul serbest bûye
Bixwîne - Rojnamegerê ku nûçeya tacîzê çêkiriye hatiye girtin
Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Bitlis Newsê Sînan Aygulî derxistibû holê ku goştên Heyva Sor a Tirkiyeyê yên ji bo li xizanan bên belavkirin, li otela Serokê Şaxê Tetwanê yê Heyva Sor Battal Taşar û Parlamenterê AKPyê yê Bedlîsê Cemal Taşarî tên bikaranîn. (HA/FD)