GUNDIYÊN 16 ROJ IN AVA WAN QUT KIRINE
“Av li ber çavê me ye lê em nikarin vexwin”
DEDAŞ bi milyonan deynê elektrîkê li van gundan biriye û ji ber gundî nikarin vî deynî bidin, elektrîka wan qut kiriye. Niştecihên van gundan qutkirina avê wek “koletî, hovîtî û zilmê” nirxandine û banga çareseriyê kirine.