Fotograf: Twitter (Rojnameya Yeni Yaşam)
Li 8 gundên Hezoyê, navçeya Êlihê ve 16 roj in ji ber birrîna elektrîka dînamoyên avê, av nîne.
Li gorî nûçeya Bîlal Guldem û Ozgur Paksoyî ya Ajansa Mezopotamya weşandiye, li gundên Zîlan û mezra xwe Bacaxê, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê û Xoxê yên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve 16 roj in neşticih bêav in.
Li van her heşt gundan ji 23yê Hezîranê vir ve ye DEDAŞê ango DICLE EPSAŞê bi sedema “gundiyan deynên xwe nedane” elektrîka dînamoyên biriye ku ev dînamo avê didin boriyan û ew av jî diçe gundan.
Di rojên ewil de ava Bajaroka Kaniyahenê jî hatibû birîn lê piştî demekê ava wan hatiye berdan. Li gorî heman nûçeyê, Miduriyeta DEDAŞê gotiye wan li tevahiya Êlihê elektrîka 45 gundan qut kiriye û wê vê hejmarê derxin 90 gundan.
Gundiyan diyar kiriye ku bi milyonan lîreyî deyn li wan hatiye birîn û “ji ber nikarin deynê fatûreyên elektrîkê bidin, bi zilma DEDAŞê re rûbirû mane.”
Gundiyan gotiye ku bi salan e DEDAŞê elektrîka dînamoyanqut dikir, pişt re berdida û vê carê ji binî qut kiriye.
Ji ber ava şebekeya gund nayê nava gund, niştecih neçar dimînin û diçin bi tankêr û bîdonan avê ji Çemê Batmanê û qenala avê ya DSÎyê.
Lê ji ber ava çem û qenalê nepaqij e dibe sedema nexweşînan û rê li ber emel û vereşînê vedike. Her wiha gundî dibêjin nebûna avê dar û ber û sebzeyên wan jî hişk dibin.
Malbatek ji ber Covid-19ê di karantînayê de ye
Li gundê Zîlanê malbata Yucel ji ber Covid-19ê di karantînayê de ye û nikarin avê bidest bixin. Ji ber karantînayê di şaneşîna mala xwe de pirsên rojnamegeran bersivandine û Emîne Yucelê gilî û gazinên xwe yên ji bo nebûna avê aniye ziman.
“Av li ber çavê me ye, lê em nikarin vexwin”
Rojnamegeran çavdêriyên xwe wiha nivîsandine:
“Ji şêniyê gundê Zîlan Tahîr Yûmûrtaci li ser rê li qay me hat û ew li ser traktorê bi tangêrê av dibir malê. Wî ji me re got şerpezeya dikişînin kir. Yûmûrtacî destnîşan kir ku heta niha ji bilî partiyên muxalefetê kesî li rewşa wan nepirsiye û DEDAŞ dixwaze wan ji bêaviya bikuje.”
“Ava çem û qenalê di ber gundê me re diçe û bendav li ber gundê me ye, lê em ji avê mehrûm hatine hiştin. Av li ber çavê me ye, lê em nikarin vexwin.”
Zerîfe Yumurtaciyê jî da zanîn ku ji ber ku av tune ye ew nikarin mala xwe paqij bikin.
“Koletiyê li me ferz dikin”
Şemsettîn Guldemî jî da diyar kiriye ku ev du sê hefte ye bêav mane û gotiye: “Koletiyê li me ferz dikin. Ev îqtidar, ev dewlet me qebûl nake. Dibêje hûn kurd bin wê halê we ev be. Dixwazin me bi qir bikin. Dar û berên me bêav maye. Bi rojane ji ber nebûna avê min serê xwe neşûştiye. Dixwazin me tune bihesibînin. Li şûna ku îqtidar li me bipirse, lê me tune dike.”
Hejmara mal, Gelhe û deynên gundan
Hûrguliyên hejmara mal, gelhe û deynê gundan wiha ne:
* Gundê Zîlan nêzî 300 malî ye û 2 hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê wan 2 milyon û 396 hezar lîre ye.
* Gundikê Bacaxê 20 mal e û nêzî 200 kes gelheya wê heye. Deynê Bacaxê 514 milyon û 842 hezar lîre ye.
* Gundê Hiskutê 65 mal e û gelheya wê 500 kes e. Deynê Hiskutê 709 hezar û 891 lîre ye.
* Gundê Malê Gir 25 mal e û 250 kes gelheya wê heye. Deynê wê 205 milyon û 260 hezar lîre ye.
* Gundê Selîvê 150 mal e û hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê Selîvê 4 milyon û 546 hezar lîre ye.
* Gundê Kanîkê 150 mal e û hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê Kanîkê milyonek û 753 hezar lîre ye.
* Gundê Xoxê 33 mal e û 560 kes lê dijîn û deynê wê 412 hezar 469 lîre ye. (FD)