Li ser "Belkî Îşev Binive" û Mirad Bayramî
Murat Bayram ji vê aliyê ve dişibe George Orwellî ku ew jî ji rojnamegeriyê tê û bi xemeke polîtîk dest bi nivîsandinê dike û piştre hêza edebiyatê keşif dike. Yek ji xalên balkêş ew e ku nivîskar gotinên lehengên rasteqîn bi devokên wan yên heremî nivîsiye.