Editorê bianet kurdiyê Murat Bayram wê li Şîrînevlera Stenbolê li Morî Kitap Cafeyê behsa pirtûka xwe ya “Belkî Îşev Binive”yê bike.
Bername wê 24ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) roja Şemiyê, saet di 18.00ê de li navçeya Şîrînevler ya Stenbolê çêbibe. Bayram her weha wê pirtûka xwe jî îmze bike.
Pirtûka Murat Bayramî ji hêla Weşanxaneya Avestayê çap kiriye. Di pirtûkê de çîrokên wan bûyeran heye ku di dema qedexeya derketina derve li Sûr, Farqîn, Lice, Cizîr, Silopya, Şirnex û Nisêbîn qewimî ne.
Mûrat Bayramê 10 sal in ku karê rojnamegeriyê dike, di salên 2015-2016ê van navçeyan ji bo medyaya navnetewî nûçe şopandiye. Bayramî çavdêriyên ku di dema şopandina van nûçeyan de kiriye, bi zimanê çîrokan honandiye û di pirtûkê de bi cih kiriye. Ji ber wê jî pirtûk nimûneyeke rojnamegeriya edebî ye.
Mûrat Bayramî li gel çîrokan, zêdetirî 30 fotografên ku wê demê li wan bajaran kişandiye jî xistiye nava rûpelên pirtûkê.
Derbarê Mûrat Bayramî de
Edîtorê bianet kurdî ye. 10 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Di Kurd1 TV, Rojnameya Evro, Waar TV û Kurdistan TVyê de weke edîtorê nûçeyan, qunciknivîs û nûçegihan xebitî ye. Li navçeyên Sûr, Farqîn û Liceyê yên Diyarbekirê, navçeyên Cizîr; Silopya û navenda Şirnexê û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser qedexeya derketina derve ji bo medyaya navneteweyî nûçe nivisîne.
Bayramî ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivisîne û wergêrî kiriye. Xwediyê hin xelatên çîroknivîsiyê û rojnamegeriyê ye. (FD)