Lîstikvan Bariş Atay hatiye desteserkirin
Lîstikvanê sînema û şanoyê Bariş Atay piştî nivîsa qunciknivîsê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakanî vê sibê hatiye desteserkirin ku Hakanî di nivîsa xwe de gotibû, “Ji kerema xwe re bêvila vî zilamî bifirkînin”. Atayî ji bo biryara desteserkirina xwe wiha got; “Mesaja Ahmet Hakanî gihiştiye ciyê xwe”.