Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şanogerê Bariş Atay li ser hesabê xwe yê Twîtterê da zanîn ku ew li ser navê TIPê(Partiya Karkeran a Tirkan) ji HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) berbijarê berbijariya wekîlîyê ye.
Wî nivîsîye “ji bo şikandina desthilata tarî di wê baweriyê de me divê HDP ji bendê* bibore. Ez li ser navê TIPê ji HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) berbijarê berbijariya wekîlîyê ye”
*Di hilbijartinên Tirkiyeyê de partiyeka ku ji sedî 10ê hemî dengên rast hatîn dayin nestîne nikare beşdarî meclîsê bibe. Ji bo vê rewşê “benda hilbijartinê” tê gotin.
Bariş Atay
Paşnavê Bariş Atalayî Mengûllûye lê ew bi navê Bariş Atalay tê naskirin. Di sala 1981ê de li Almanyayê hatiye dinê. Wî di sala 2002ê de li rêzefîlmên “Aşk ve Gurur(Evîn û gûrûr)”, “Arka Sıradakiler(yên li rêza paşiyê)” ve “Hayat Devam Ediyor(jiyan berdewam e)” lîst.
Wî di dema Berxwedana Gezîyê de piştgiriya xwenîşandanan kir.
Di sala 2013ê de hêzên ewlehiyê diyar kirin ku têkiliya wî bi koma Hack-kirinê ya bi navê RedHack re heye û ew desteser kir û paşê berda.
(EK/MB)