Mikail Aslan û Cemîl Qoçgirî wê li Stenbolê konserekê bidin
Mikaîl Aslanê ku demeke beriya niha albûma bi navê Axpîn derxistiye, wê li Stenbolê bi Cemîl Qoçgiriyî re konserekê bide. Di konserê de wê Rojda, Kardeş Turkuler û Apolas Lermî jî stranan bibêjin.