Hunermend Mikaîl Aslan demeke berê albûmeke bi navê Axpîn derxistibû ku di albûmê de ji muzika kirmanckî, kurmancî û tirkî mînakên balkêş hene. Aslan piştî ku albûm derket dest bi konserên danasînê kiriye.
4ê Sibata 2019ê jî wê di vê çarçoveyê de li Şîşliya Stenbolê, li Navenda Çandê ya Cemîl Candaşî li gel Cemîl Qoçgiriyî konserekê bide.
Di heman şevê de wê Rojda, Kardeş Turkuler û Apolas Lermî jî stranan bibêjin.
Konsera li Şîşliyê wê saet di 20.00ê de dest pê bike.
Mikaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî her weha wê 5ê Sibatê li Kadikoyê li Moda Sahneyê, 6ê Sibatê li Navenda Çandê ya Dêrsimê, 7ê Sibatê li Navenda Çandê ya Çewlikê û 8ê Sibatê jî li Amedê li Mala Dersdêran a Nû (Yeni Öğretmen Evi) derkevin ser dikê û stranên ji albûma xwe ya nû bibêjin.
Derbarê Mikaîl Aslanî de
Sala 1972yê li Dêrsimê ji dayik bûye. Ji sala 1994ê û vir ve li Almanyayê dijî. 1998ê de albûma xwe ya yekem ya bi navê “Agêreyîs” derxistiye.
Sala 2000î tevlî Michael Weil û Dieter Schmalzriedî “Mikail Aslan Ensemble” ava kiriye.
Albûmên wî yên din ev in: Kîlîtê Kou (2003), Mîraz (2005), Zernkut (2008), Petag (2010), Pelgûzar (2010), Xoza (2013), Vengê Royî (2015). (FD)