Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûncî îdia kirin ku “Bi tenê kesek jî nîne ku ji ber kar û barên rojnamegeriyê hatiye girtin.” Lê li gorî Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di sala 2023yan de li Tirkiyeyê nêzîkî 50 rojnameger bi kêmanî rojekê di girtîgehê de man. Li gor RSFyê, Tirkiye yek ji wan welatan e ku di girtin û serbestkirina rojnamegeran de gelekî bi lez û bez tevdigere. Tirkiye di Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî de di nava 180 welatan de, di rêza 165an de ye.
Rapora Çiriya Pêşiyê – Çiriya Paşiyê- Kanûna Pêşiyê ya Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê nîşan dide ku ji 200î zêdetir rojnamegerên li gorî Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û Qanûna Têkoşîna Dijterorê (TMK) dihatin dadgehkirin, 10 ji wan beraet kirine, li ser hev 8 sal û 10 meh û 25 roj cezayê girtîgehê li çaran ji wan birîne.
Partiya Gel a Komarî (CHP) di demên berê de ji bo xala “bi rengekî aşkere belavkirina zanyariyên gel dixapînin” a qanûnê betal bibe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn ev daxwaza CHPyê nepejirand. Di dengdanê de 6 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn dengên erê bi kar anîne, 8an li dijî wê deng dane. Di demên berê de jî Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo dosyeya “heqareta li Serokomarî” û ya “Dezenformasyonê” jî heman biryar dabû.
Ewropa ji bo endamtiya Tirkiyeyê li rêyeke din digere
Rêxistinên rojnamegeriyê yên netewî û navnetewî, ji bo mafên bidestxistina nûçeyan a gel û mafên hiquqî di vê serdemê de gelekî çalak bûn. Parlamentoya Ewropayê ji bo diyalogê bi Tirkiyeyê re deynin, kete nava liv û tevgerê û ji bo vê jî serdana Tirkiyeyê kir. Raportorê Daîmî yê Parlamentoya Ewropayê yê Kar û Barên Tirkiyeyê Nacho Sánchez Amorî diyar kir ku di mijara serweriya hiqûqê de li Tirkiyeyê ti tiştek nehatiye guhertin.
Di sê mehan de 200 kes hatin dadgehkirin
Di van sê mehan de navên nêzîkî 200 rojnamegeran di dosyayên dadgehan de derbas bûn. Di Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de dosyayên heft rojnamegeran ên ji ber Qanûna Têkoşîna Dijterorê dihatin dadgehkirin, bi encam Bûn. Çaran ji wan beraet kirin, sê ji wan hatin cezakirin. Dadgehkirina koordînatora bernameyan a IMC TVyê Ayşegul Doganê, ji ber Dogan bûye parlamenter, hate sekinandin.
RSF: Li Tirkiyeyê rojnameger zû tên girtin
Li gorî RSFyê di sala 2023yan de li Tirkiyeyê nêzîkî 50 rojnameger bi kêmanî rojekê di girtîgehê de man. Di Çiriya Pêşiye, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de bi kêmanî 3 rojnameger hatin girtin û 13 rojnameger serbest bûn.
11 rojnameger hatin desteserkirin
Di van sê mehan de bi kemanî 11 rojnameger hatin desteserkirin. Rojnameger bi tohmeta “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “buxtan/heqaretê” û ji ber “dezenformasyonê” hatin desteserkirin.
Êrîş kêm bûne, gefên MHPê Berbelav in
Di vê heyamê de 2 rojnameger rastî êrîşa fîzîkî hatin. Her wiha siyasetmedarên rastgir ên neteweperest ên wekî Serokê MHPê Devlet Bahçelî û Wezîrê Karên Navxweyî ê berê Suleyman Soylu bi êrîşên devkî û gefan hin rojnameger kirin armanc.
17 rojnameger bi tohmeta “heqaretê” hatin darizandin
Di 3 mehên dawî de herî kêm 17 rojnameger û karîkaturîst bi tohmeta ku “heqaret li Serokomar kirine” hatin darizandin. Di vê heyamê de biryara cezakirinê nehate tespîtkirin.
Bêcezatî hema bêje sîstematîk e!
Bêcezatiya sûcên li dijî rojnamegeran li Tirkiyeyê pirsgirêkek berfireh e û ev rewş didome.
449 nûçeyên onlîne hatin astengkirin
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de 449 nûçe û naverokên online hatin astengkirin. Ev heyam, heyamek wisa bû ku ji bilî astengkirina nûçeyan, pêkanînên wekî jêbirina nûçeyan û nexuyakirina wan di motorên lêgerînê de berbelav bûn.
Dadgeha Destûrê ji “dezenformasyonê”re çav girt
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana ji bo betalkirina rêziknameya “Bi eşkereyî ji raya giştî re agahiyên şaş belav dikin” qebûl nekir. Her wiha nêzî 130 hezar serlêdanên takekesî li Dadgeha Destûra Bingehîn hene.
DMME
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) di vê heyamê de di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ti biryar neda.
RTUK
RTUKê Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de bi giştî 1.064.350 TL cezayê îdarî li televîzyonan birî.
Di sê mehan de 21 rojnameger ji kar derxistin
Di heyama Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de 21 xebatkarên çapemeniyê ji kar hatin derxistin ango ji ber lihevnekirinên li ser xeta weşanê ya saziya weşanê neçar man dest ji kar berdin.
(EO/Mİ/AY-FD)