Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya aşkere kir ku bi îdiayên ku “fînansmaniya rêxistinê kirine” û “endamên rêxistinê ne” li 31 bajaran 176 kes hatin desteserkirin.
Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û îdia kir ku operasyon li dijî "PKK/KCK-PYD/YPG"ê hatiye kirin. Bajarên ku operasyonên desteserkirinê lê hatine kirin: Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balıkesir, Bedlîs, Bursa, Denizli, Amed, Ezirgan, Erzirom, Elezîz, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Stenbol, Îzmîr, Qers, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mersîn, Nevşehîr, Sêrt, Riha, Şirnex, Tekîrdag, Dêrsim û Wan.
Li Stenbolê 44, li Enqereyê 35 kes hatin desteserkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê daye destpêkirin de bi îdiaya ku “fînansmaniya rêxistinê kirine” û “endamên rêxistinê ne” derbarê 44 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hatiye girtin û herî kêm 35 kes hatine desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin birin Emniyeta Fatîhê ya Stenbolê. Hate diyarkirin ku derbarê kesên desteserkirî de 24 saetan astengiya hevdîtina bi parêzeran heye.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina kirine" ji bo 33 gumanbaran biryara desteserkirinê hat dayîn.
Hat ragihandin ku li bajarên Bedlîs, Amed, Mêrdîn û Yalovayê 11 kes hatin desteserkirin û xebatên ji bo zeftkirina 3 kesan jî dewam dikin.
Li Enqereyê li dijî tesîsên TUSAŞê êriş pêk hat
(VC/RT/AY)