Xwenîşandanê Bogazîçiyê: Xwendekar Beyza Bûldag hatiye girtin
.jpg)
Fotograf: Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Beyza Bûldag, xwendekara beşa Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Hûnerên Ciwan a Mîmar Sînanê di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên Bogazîçiyê de hatiye girtin.
Polîsan têkildarî çalakiyên ku xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî Melîh Bûlû, “rektorê qeyûm” pêkanîne, bi ser mala Beyza Bûldagê ya li Bucaya Îzmîrê ye girtine û ew desteser kirine. Her weha dest danîne ser telefon û kompîtera wê.
Dozgeriyê ya ku Edliyeya Çaglayanê îdia kiriye ku Buldag li Twîtterê hesabê @boundayanisma(Piştevaniya Bogazîçiyê) birêvedibe.
Bûldag, ji ber ku xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ji serokomar Erdogan re nameya bi ser nava “ Nameya vekirî ji bo 12emîn Serokomar” şandiye bi sûcê “heqaret li serokomar kiriye” û ji ber parvekirinên li ser hesabê twîtterê yê navborî bi sûcê “dijminahî û kîn û nefretê di nava gel de belav kiriye û ji bo pêkanîna sûc tehrîk kiriye” hatiye tohbetbarkirin.
7em Dadgeha Cezayê Sulh a Stenbolê biryara girtina Buldagê daye.
Bi girtina Bûldagê re heta niha ji bo ku tevlî çalakîyên Zanîngeha Bogazîçiyê bûne 9 kes hatine girtin.(TP/AY)