Vîdeo-Pevxistin: Vedat Oruç
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yûnûs Emre Karaca, yek ji wan xwendekaran e ku di 2yê Sibatê de li Kadikoya Stenbolê di dema xwenîşandanên ji bo piştgiriya Bogaziçiyê de polîsan ew desteser kiribûn. Heman şevê piştî li navenda polîsan îfadeya wî hatibû wergirtin, serbest bûbû. 24 saet piştî serbestbûna wî, polîsan avêtibû ser mala wî û ew careke din desteser kiribûn. Du rojan desteserkirî mabû û dozgeriyê ew bi daxwaza girtinê şandibû ber destê heyeta dadgehê. Dadgehê cezayê zindanîkirina li malê da Karacayî.
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Prf. Dr. Melîh Bûlû weke rektor li Zanîngeha Bogaziçiyê wezîfedar kir, xwendekaran û akademîsyenan dest bi çalakiyan kirin. Di dema van çalakiyan de polîsan gelek kes desteser kirin û 11 jî hatin girtin. Di dema lêpirsînan de cezayê kontrola edlî ango zindanîkirina li malê dane 25 kesan.
Yek ji wan jî Yûnûs Emre Karaca ye ku xwendekarê Zanîngeha Marmarayê ye. Karacayî ji Vedat Oruçî re behsa rewşa xwe ya zindanîkirina li malê kir.
Cezayê wî yê zindanîkirina li malê di 9ê Sibatê de dest pê kir. Niha li mala xwe vî cezayî dikişîne ku kelemçeyeke elektronîkî di lingekî wî deye.
"Polîsan tundkarî li me kirin"
Karacayî rewşa xwe bi van gotinan anî ziman: “Dema em desteserkirî bûn polîsan tundkarî li me kir. Parêzerên me xwarin ji me re dianîn lê nedidan me. Bi ser de jî polîsan destûr nedan ku ez dermanên xwe yên pêdiviya min bi wan hebû, hildim.
“Em piştgiriyê didin protestoyan û bertekên dijî Melîh Bûlûyî. Ev ne bi tenê têkildarî Zanîngeha Boğaziçiyê ye, ev çalakî bi gelemperî serîhildana zanîngehan e.
“Zindanîkirina li malê cezaya bi pergal e”
“Ev ceza ne tenê cezayê ji bo kesekî ye. Ev pêvajoyeke ku ez û hevalên xwe digel hev hatne cezakirin. Divê yek her tim li cem min be û yek jî divê debara malê bike. Ya rastî mal dibe girtîgeheke ku qet pereyên devletê lê naçe û li vir hemû hewcedariyên xwe em xwe bi xwe çareser dikin. Mala me dibe heps.” (VO/FD)