Monte Sole nêzîki 10 mîl dikeve başûrê Bolognayê û gireke sêgoşeyîye ku di navbera rûbarê Setta û Renoyê de cîh digire. Ev cîh ji derve wisa xuya dike ku kes lê nejiyaye û bêdengiyek berfireh lê diyar dibe. Lê ev bêdengî encama tûndkariyeka bi saw e û encama karesatên ku di dema Şerê Duyem ê Cîhanê de pêk hatiye. Ev cîh di dema xwe de wargeha partîzanan bû ku li dijî faşîzma Naziyê şer dikirin. Îro jî ev herêm bûye malbenda xebatên aştiyê û polîtîkayên bîr/hefizayê.
Ez di sala 2019an de ji bo tevlî projeyên aştiyê yên Dibistana Monte Soleyî bibim çûbûm Bolognaya Îtalyayê. Rayedarên dibistanê û li wir ji me re behsa aştiya civakî, mînakên aştiya civakî yên li cîhanê û xebatên dibistana Monte Soleyî kiribûn.
Dibistan hîna jî xebatên xwe li ser van mijaran dewam dike.
Stefano Merzi yek ji perwerdekarên dibistanê ye. Ev 10 sal e dersan li vê dibistanê dide. Ez ji bo xebat û projeyên Dibistana Aştiyê ya Monte Soleyî bi Merziyî re axivîm.
Stefano Merzi, li ser mijara perwerdehiya aştiyê destnîşan kir û got, “Li Monte Soleyî perdeya aştiyê hertim bi diyaloga navbera jin û mêran, keç û xortan û bi jiyanên wan, hestên wan, arezûyên wan, fikirên wan, dîtinên wan, nifş, çand, netewe û polên wan destpê dike.”
Merzi, wiha got, “Armanca me ew e ku civakek ava bibe û tê de tûndkarî, nijadperestî û dijminatiya li dijî mirov û bîyaniyan nebe. Ji bo jiyaneke aştiyane di nava mirov û çandên cûda de çêbibe, em bi proje û semîneran perwerdeya aştiyê li dar dixin.”
Hûn dikarin ji kerema xwe ji me re behsa Dibistana Aştiyê ya Monte Soleyî bikin?
Weqfa Dibistana Aştiyê ya Monte Soleyî, bi vîna sazgehên civaka sîvîl yên ku bi piranî bi mafên mirovan û rêxistinên herêmî re pêwendîdar in, di sala 2002yan de hat avakirin. Monte Soleyî yê ku niha parkeke siruştî ye, herêmeke bi gir e, 30 kîlometreyî dûrî Bolognayê ye, di Herba Cîhanê ya Duyem de eniya ku qetlîamên herî mezin lê pêk hatin ew der e. Leşkerên faşîst yên Naziyan yên hêza SS 16. bi piranî zarok, jin û extiyar nêzî 170 mirovî kuştin û gund hilweşandin, yên sax man bi zextan mecbûrî koçê kirin. Wexta Dibistana Aştiyê ava bû, armanca vê torê ew bû ku ji bo jiyaneke aram û bi hevûdin re qadekê ava bike ku derfetê bide projeyên pêwendîdar ên xebat û perwerdeya aştiyê, aştiyeke ku tundkariyê nahundirîne pêk bîne û teşwîq û hurmetê bide mafên mirovan. Ji bo ve yekê, em hem projeyên neteweyî û hem yên navneteweyî organîze dikin.
Hûn di warê “Perwerdeya/Xebata Aştiyê” de û ya "Bîrê” de çi dikin?
Destpêkirina ji dîroka qetlîaman û guhdarîkirina bîreweriyan, ji bo perwerdeya aştiyê ya li Monte Soleyî, tê maneya çand û perwerdeya aştiyê: Rêyeke dirêj û kompleks ku bîreweriyên rabirdûyê têkelî hevûdin dibin û hewildaneke bênavber ya ku wan jinûve bike mijara xebatê ku ji serwextbûna şexsî dest pê dike; naskirina sînor û berpirsiyên şexsî yên ji bo berpirsiyên kolektîf; naskirina mekanîzmayên destûrê didin ku çanda tundkarî û fişarê derkeve holê û xurt bibe.
Li Monte Soleyî, fealiyeta perwerdeya aştiyê, hertim bi diyaloga navbera jin û mêran, keç û xortan û bi jiyanên wan, hestên wan, arezûyên wan, fikirên wan, dîtinên wan, vîzyonên yê dinayê, baldariya cudahiyên cendirê, nifş, kultûr, netewe û polên wan destpê dike.
Em hertim ji bûyera trajîk ya qetlîaman dest pê nakin, lê bandor û rêjeya derbarê xebatên me yên perwerdeyê kok berdane xebatên me yên hafizeyê/bîrê, ji loma ji bo me ew gelekî pêywendîdar in. Çar temayên sereke yên xebatên me hene: Perwerdeya ji bo hafizeyê, hewwelatiyê, mafên mirovan û çareseriya şeran ya bê tundî; ev bi piranî ewqasî têkelî hevûdu dibin ku di heman projeyê de di wextên cuda de cih digirin, nexasim yên wekî kamp û semîneran.
Ji bo pêkanîna guherîneke rastîn, em bi komên biçûk re (bi awayekî îdeal, heta 15 beşdaran) dixebitin û ji bo ku ti kes ne xwediyê îmtiyazê be em wekî çemberekê rûdinin. Ji bo me perwerdehî ji hînkirinê cudatir e. Herkes ji herkesî hîn dibe, rola me ya vê derê ew e ku em lêhaybûnê zêde bikin û fikirên kolektîf geş bikin. Piştre, li gor projeyê em dikarin li aliyên cuda yên çanda aştiyê hûr bibin. Bo nimûne, xebata kargehê dikare derbarê hînbûna van tiştan de be: Hûnê çawa hevkariyê bikin, hûn ê stereotîpên xwe û pêşdarazên xwe çawa nas bikin, hûn ê propogandaya medyayê çawa diyar bikin. Zehmet e em xebatên xwe bi çend peyvan rave bikin. Niha projeyên me yên navneteweyî hene ku armanc dikin li Mozambîk û Gîneyê, di civakên piştî şer de, piştgiriya perwerdeya aştiyê bidin dersdaran. Ji bo ku mîrata çandî di navbera koçber û mazûvanên Ewropayê de parve bike û ahenga sosyal pêk bîne, projeya me ya geşkirina amûrên dîjîtal heye. Ji bo ciwanên filîstînî, îsraîlî, îtalî û alman kampên me yên aştiyê hene.
Hûn bi her derdorên civakê re kar dikin an komên diyarkirî ji bo we girîng in?
Em bi hemû nifşan re li gor armancan bi rê rêbazên cuda dixebitin. Piraniya xebatên me yên li ser bingeha “neteweyî” bi dibistanan re ne û li gor derfetan em ne tenê bi xwendekaran re, lê herwiha bi nûnerên dîtir re jî dixebitin ku têsîrê li xwendekaran dikin (bo nimûne, bi dêûbav û dersdarên wan re). Yan na rîsk e ku peyamên dijber derkevin holê. Ji loma ez nikarim bibêjim ku nifşek heye em tercîh dikin bi wan re bixebitin. Her tişt li gor armancan diguhere. Kargehên me hene ku bi zarokên 6 salî re ne, lê herwiha projeyeke me ya navneteweyî û nav-nifşî hebû ku beşdarê herî ciwan 17 salî û yê herî extiyar 97 salî bû. Di kargeha duyem de, nifşên cuda ji bo analîza awayê hînkirina dîroka Herba Cîhanê ya Duyem ya li cihên cuda û wextên cuda, wekî çavkanî hate bikaranîn. Bêguman xebata bi ciwanan re giring e û piraniya beşdarên fealiyetên me ew in, lê em gelek caran li vê retorîkê difikirin, “xebata aştî û hafizeyê ya bi nifşên nû re, ji bo ku ew dahatû ne” problema ku tundkarî “niha li vir heye” vedişêre; ji ber ku hin nifşên mezin bi dilxweşî barê çareseriyê diavêjin ser nifşên nû, da ku ji bi berpirsên xwe re eleqedar nebin.
We bi aktîvîstên aştiyê yên li Tirkiyeyê di Hezîrana 2019an de workshopek/kargehek çêkir, hûn dikarin behsa wê tecribeya xwe bikin?
Xebata bi aktîvîstên aştiyê ya li Tirkiyeyê ji bo me gelekî balkêş bû. Ji tecribeyên berê, bi me wiha xuya bû ku ji dersdar, perwerdeker û psîkologan gelek kes bi vê mijarê re eleqedar dibin. Em jî fêrî tiştinan bûn. Mesele ew e ku, heger bixwazim wisa bibêjin, gelekî hêsan e ku mirov bibêje “Ez aştiyê dixwazim”. Her wekî welatên dî, li Tirkiyeyê jî ya zehmet ew e ku mirov li gor halekî mîlîtarîzekirî bijî. Ez dikarim gotineke hevalên me yên li qada hafizeyê Gernikayê, ragihînim: “Rêya ku ber bi aştiyê ve diçe nîne, aştî bi xwe rê ye”. Bêguman, em hêvî dikin ku li Tirkiyeyê, bi civaka sîvîl re bêhtir hevkariyê bikin. (DD/FD)