Wezîr Yaşar Guler ji bo êrîşa TUSAŞê PKK weke berpirsyar nîşan da
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler aşkere kir ku kesên li Enqereyê êrîşa çekdarî li dijî tesîsên TUSAŞê pêk anîn “PKKyî” ne û di encama êrişê de 5 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn. Di çalakiyê de 2 êrîşkar hatin kuştin. PKK heta niha ti daxuyanî nedaye.

Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler derbarê êrîşa li Enqereyê de daxuyanî da. Guler gotiye êriş PKKyê pêk anîye.
Duh li navçeya Kahramankazan a Enqereyê li dijî tesîsên Pîşesaziya Fezayê û Hewayî ya Tirkan (TUSAŞ) êrîşa bombeyî û çekdarî hatibû kirin.

Li Enqereyê li dijî tesîsên TUSAŞê êriş pêk hat
23 Cotmeh 2024
Wezareta Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di êrîşê de 5 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.
Guler têkildarî êrişê gotiye PKKyê kiriye û her weha ji PKKyê heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.
(AEK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.