Xwedîye Weşanxaneya J&Jyê û Berdevkê Înîsîyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal, li ser zêdebûna bihayên pirtûkan ji bîanetê re axivî. Zal bal kişand li ser kêmbûna hêza kirînê ya welatîyan û got: “Êdî xwendin bûye luks!”
Azad Zalê ku bi salanê weşangeriyê dike da zanîn ku li gorî 5-6 berê, weke her tişt, hew lêçûna çapkirina pirtûkan 5-6 qat zêde bûye:
“Di van çend salên dawî de bêtir bal çû ser pirtûkên Kurdî. Lê li aliyek din, ji aliyê aboriyê. bi rastî ji gelek problemên me yên mezin hene, ji alî weşangeran ve dibêjim.”
“Yê 100 pirtûk distendin, niha encax 10 pirtûkan bistînin”
Zal got ku her tiş biha dibe lê pereyên dikevin bêrîkên mirovan di cîh de dimînin an jî dihelin:
“Neha her tişt zede buha dibe. Çend qat zede dibe. Lê pereye ku di bêrîka kesan heman pere ye. Heta dihele jî. Weke mînak ez bejim; herî dawî di 2018an de li Amedê pêşengeha pirtûkan, fûar hatibû lidarxistin. Em ji bo wê deme bibêjin, memûrek an jî karmendek, kedkarek dihat pêşengehê û têra xwe ya salekê pirtûka distendin. Em bêjin ew dem bi 1000 kaxitî 100 pirtûk distend. 100 pirtûk jî ji bo salekî baş e. Îro em meze dikin, karmendê heman meaş digire, dîsa herî zede dikare 1000-1500 kaxît ji bo pirtûkan veqetîne.
“Ev karmende me yan jî kedkarê me, wexta hat ev pêşengeha kû wê çend meh şûn de bê lidarxistin, herî zêde dikare deh pirtûkan bigire an jî nikara ew qasî jî bigire. Ji ber ku pirtûkên ku wê salê bi 10 kaxitî bûn, neha bûne 100 kaxîtî. Ên bi 15 kaxitî bûn, bûne bi 150 kaxitî. Di vê de pirsgirêka herî mezin ev e ku êdî xwendin bûye luks. Ne tenê ji bo pirtûkên kurdî dibêjim, rewşa hemû pirtûkan wisa ye. Lewma êdî mirov nikarin bi xwendinê mêjiyê xwe têr bikin.”
“Ji bo mêjî zindî be lazime pirtûk bê xwendin”
Azad Zal da zanîn ku ji bo mêjiyê mirov zindî be, li ser piyan be, pêwîste mirov bi xwendina pirtûkan mêjiyê xwe xwedî bikin:
“Rastiyek heye; çawa mirov ji bo bedena xwe li piya bihêle lazime mirov sîporê bike, tev bigere, mirovên ku dixwazin mêjîyê xwe li ser pîyan bihêlin jî divê pirtûkan bixwînin. Lê qrîza aboriyê di heman demî de xisar dide mêjî jî. Nahêle însan pirtûk bixwînin. Dewsa 100 pirtûkî ez niha dikarim hew 10 pirtûkî bixwînim. Ji be ku pereyên min tuneye ez bistînim. Ev hêl zede nayin dîtin.”
“Bila zarokên me pirtûkên kurdî bixwînin”
Azad Zal herî dawî li ser navê weşangerên kurd bang kir ku her kes herî kêm 50 pirtûkî bistînin, bixwînin û bi zarokên xwe jî bidin xwendin:
“Ez weke weşangerekî kurd û li ser navê Înîsîyatîfa Weşangerên Kurd jî dibêjim, temiya min li we, em herî kêm 50 pirtûkan bixwînin û bi zarokên xwe jî bidin xwendin ku hem hişê xwe winda nekin. An na em ê çend sal şûn de hişê xwe winda bikin, em ê dîn bibin. Neha jî em dibinin ji bo çend quriş pera, ji bo gotinekê em bihev dikevin. Em li sebebên din negerin, em çareseriyê li xwendina pirtûkan bigerin. Pirtûk bêne xwendin însan aqlê xwe bikar tîne, dikare çareseriyê bibîne. Însanên ku bêçare dimînin, nikarin çareser bikin, ew bi hevûdu dikevin, ew dest bi şîdetê dikin, li malê de li zarokên xwe dixin. Tev, wexta mirov lê mêzedike bingeha wê ev e.
“Ji neha ve ji bo fuara ku wê di meha 12an de destpêbike em amadekariya xwe bikin. Bila zarokên me pirtûkên kurdî bixwînin ku bila mêjiyê me, ji aliyê kurd û kurdewariyê baştir û geştir bibe.” (BA/FD)