Wekîlên ji AKPyê milê wekîlê ji HDPyê şikand
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wekîlên ji Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) derb li wekîlê ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Mahmut Togrulî dan û milê wî şikand.
Wekîlê Dîlokê Mahmut Togrul çû nexweşxaneyê û bijîşkan ji bo 45 rojan rapor da wî. Wekîlên ji HDPyê diyar kirin ku zêdetirî 50 wekîlên AKPyê derb li Togrulî dane.
Togrul ji bianetê re axivî û got:
“Ew tiştên bûyîn plana lînckirinê bû. Min li meclîsê li ser mirina sivîl û zarokên li Efrînê gotarek pêşkêş kir. Ji vê yekê aciz bûn. Ji xwe ev tevgerên wan jî nîşan didin ku li Efrînê tiştên xerab diqewimin û ew dixwazin ji raya giştî vê yekê veşêrin.”
Bixwîne - NY: Operasyona Tirkiyeyê li ser gelek sivîlan xetereyê çêdike
Wekîla ji HDPyê Meral Daniş Beştaşê jî ji bianetê re got:
“Ev êrîşeka desthilata AKPyê ya li ser mûxalefetê ye.”
Kerestecîoglu: Ew bilez in
Wekîla Stenbolê ya ji HDPyê Filiz Keresteciogluyê got desthilat aciz e ku mûxalefet tê kirin.
“Desthilata AKPyê bilez e. Ji ber ku ew dixwaze di hefteya bê de, qanûna îtifaqê(hevpeymaniyê) bide qebûlkirin. Duhî qanûneka 85 xalî hat dengdan bi tenê heta xala 6. deng hat dayin. Ev yek bi xêra me bû ku dereng meşiya.”
(ÇT/MB)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
