Walîtiya Stenbolê bernameya bîranîna Qirkirina Ermenan a 24ê Nîsanê qedexe kir. Walîtiyê par jî bernameya 24ê Nîsanê qedexe kiribû.
Platforma Bîranînê ya 24ê Nîsanê wê di saet 19.00ê Çarşema 24 Nîsanê de li Kadikoyê li ber Operaya Sureyya daxuyanî bida.
Aşkere bû ku Walîtiya Stenbolê, ji platformê re gotiye ku wek du salên borî ew ê îsal jî destûra bîranînê nedin. Li gorî nûçeya li Agosê weşiyaye, Platform dê li ser mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.
Di 24ê Nîsana 1915an de li Stenbolê zêdetirî 200 rewşenbîrên ermen hatibûn desteserkirin û girtin. Piştre ew rewşenbîrana ji bo bajarên cûda hatibin sirgûnkirin û li wan bajaran hatibûn qetilkirin.