Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) diyar kiriye ku Vefa Kartal 89 roj in ku li Girtîgeha Tekirtagê di greva birçîbûnê de ye. Heke girtîgeh daxwazên wî pêk bîne ew ê dest ji grevê berde.
Mafên bingehîn
Kartal 24 sal in ku di girtîgehê de ye. Daxwazên wî ev in:
*Mafên bingehîn yên mirovan
*Başkirina şertên girtîgehê
*Dermankirina wî.
IHDyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku sekinandina greva Kartalî girêdayî biryareka hêsanî ya birêvebiriya Girtîgeha Tekirdagê ye.
Du sal in ku Vefa Kartal ji ber werimîna demarên serê wî divê emeliyat bibe. Nexweşiyên wî yên prostas, ûlser, tansîyona bilind û êşa li rûviyan hene.
Mafê wî yê dermankirinê û mafên dî yên bingehîn hatiye astengkirin.
(AS/MB)