Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Şêwirmenda Projeya bianetê rojnameger Nadîre Materê karta xwe ya çapemeniyê ji Midûriyeta Herêmî ya Stenbolê wergirtiye.
Çar sal berê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê karta Materê nû nekiribû û Materê di 2018ê de serî li dadgehê dabû. Dadgeha Karûbarên Îdarî ya 18ê ya Enqereyê di 30ê Nîsana 2022yê de biryar dabû û gotibû ku bila kartê bidin Materê.
Desthilat di van salên dawiyê de kartên çapemeniyê ji bo zextan bikar tîne. Heta niha kartên zêdetirî 2 hezar û 500 rojnamegerî yan hatine betalkirin an jî nehatine nûkirin. Karta çapemeniyê ji bo rojnameger bikaribin nûçeyan bidest bixin, nûçeyan çêbikin, bikaribin biçin cihên ku bûyerên dibin nûçe lê hene gelekî girîng e. Dema vê kartê didin rojnamegeran di qutiyekê de ya ku Serokatiya Ragihandinê li ser nivîsiye pêşkêş dikin. Her weha pênûs, lênûs û qabeke ku li ser wê navê xwediyê/a kartê lê nivîsiye jhi weke diyarî didin rojnamegeran.
Materê bertek nîşanî vî şêwe pêşkeşkirinê kir û got, "Di dema vî krîzê de ev çi ye, ne mimkun e ku mirov vê fam bike."
Bi betalkirina kartê re maf tê binpêkirin
Materê diyar kir ku dema karta wê heta 13ê Gulana 2025ê ye û got:
"Saziyeke dewletê betal kir, saziya din ango darazê got 'kart mafê wê ye', saziya kart betal kiribû, neçar ma ku bide. Lê bi salan hewl dan û xwestin ispat bikin ku 'ez terorîst im'. Derbasî be! Ez ji dil û can spasiya parêzera xwe, hevala xwe ya dildar Merîç Eyûboglûyê re spasiyên xwe pêşkêş dikim.
"Ji bo em kartê bi şûn de bistînin em li dadgehan neçar man, ev nayê qebûlkirin. Ti saziyeke dewletê nikare rojnamegeriya min bipejirîne, nikare betal jî bike. Kurt û kurmancî rojnamegerî di sînorên karta ku dewletê daye de hilnayê."
Em ê têkoşînê bidomînin
"Mirov ji vê pêvajoyê şerm dike lê di vê pêvajoyê de me dît ku têkoşîna me 'ya rêxistinên çapemeniyê gotin em dixwazin karta çapemeniyê hildin' çiqas rast e û em nikarin dest jê berdin. Dîsa jî divê em dest ji rêya hiqûqê bernedin, du sê kes bi hev re em dikarin van biryarên betalkirinan ji holê rakin.
"Ez bang li ew ên kartên wan hatine betalkirin dikim, ew ên nêzîkî yek du hezaran e, bila dozan vekin, ku ev jî di heman demê de parçeyeke ji wê têkoşînê ye ya em kartên xwe ji rêxistinên xwe bistînin. Li pêş min pêvajoya serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye."
Ne ya yekem e
Beriya niha Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Yenî Asyayê Kazim Guleçyuzî, Îktîsatnas-nivîskar Mûstafa Sonmezî, Nûnerê Enqereyê yê rojnameya Evrenselê Bîrkan Bûlût û rojnamegerê ku çend meh berê koça dawî kiribû, Aydin Engînî li dijî biryara Serokatiya Ragihandinê doz vekiribûn û di wan dozan de bi ser ketibûn. (HA/FD)