Partiya Çep a Kesk (YSP) ji bo hilbijartina 14ê Gulanê, li Amedê ji 12 namzetan 5 namzet, ji nava jinan hilbijartine. Yek ji van jinan endezyar Sorgul Aytek e. Sorgul Aytek wek endezyarekê dixwaze ku projeyên ekolojîk bibe rojeva Meclîsê û balê bikşîne li ser zimanê kurdî.
Sorgul Aytek, ji Licêya Amedê ye û piştî Komkujiya Licê ew neçar maye bi malbata xwe re koçberî Stenbolê bibe. Lê piştî ku beşa endezyariyê ya Zanîngeha Dîcleyê derdixe, careke din berê xwe dide Amedê. Ji bo zimanê ingilîzî di sala 2008an de li New Yorkê perwerdeya ziman dibîne. Piştre jî di Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirkiyeyê (TMMOB) de weke endam û rêvebir karan dike.
“Gel ji van desthilatdariyan aciz bûne”
Aytekê ji bo hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulanê serî li Partiya Çep a Kesk daye û serlêdana wê hatiye pejirandin. Sorgul Aytekê anî ziman ku çiqas hilbijartin nêz dibe bîr û baweriya wan jî xurtir dibe: “Em bi kolan kolan û tax û tax digerin. Em dibînin ku di nava gel de hêrsek heye. Ev hêrs li hemberî desthilatderiya AKP û MHPyê ye. Edî gel ji van desthilatdariyan gelek acîz bûne. Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê qeyrana aboriyê heye. Gel ji ber hem qeyrana aboriyê hem jî ji ber têkçuna demokrasiyê û bêadaletiyê, dixwaze bibe bersivek û bertekên xwe nîşan bide. Gel wê bersiva herî xurt di sindoqan de nîşan bide. Çi bibe bila bibe edî ev desthilatdar ber bi dawiyê ve ye.”
“Ax bila ji eslê xwe dernekeve”
Aytek nezî 15 sal in di nava xebatên endezyarîye de ye û dîbêje ku di nava van xebatan de tiştê ku min herî bal dikşand xwezahiya axê bû û got; “Rastiyek heye ku enerjî jî pewîst e. Lê ew enerjîya ku em ava dikin bila ne dijminê xwezayê be. Gava ku bendav têne çêkirin xwezayê talan dikin. Lê ev şaş e. Em rêxistinên pîşeyan bên cem hevdu û li meclîse rêziknameyekê amade bikin. Perspektîfa min a ekolojî yê ew e ku bila ax ji aslê xwe (ji xwezaya xwe) dernekeve.”
“Em ê pişavtinê bi axavtina zimanê xwe têk bibin”
Sorgul Aytekê diyar kir ku ew ji ber helwesteke polîtîk nêzî 2 sal in li her derê bi kurdî diaxive: “Çawa ku serweriya me li ser zimanê tirkî an jî li ser zimanên biyanî heye pewîste ku serweriya me li ser zimanê me jî hebe. Heta ku di ziman û ramanên me de kurdî tunebe em biser nakevin. Di axaftina min de gelek kêmasî heye lê di her qadê de kêm an jî zêde ez dixwazim xwe bi kurmanci bînim ziman. Ev ji bo min biryarekê pir pîroz e. Ez dixwazim bi vî aliyê bibim rol-modelek. Jin, zarok û ciwan bila hewl bidin zimanê xwe biaxivin. Li hemberî vê qirkirinê em bibin bersivek. Heya ku mîrov kurdiyê nexe nava jiyana xwe, ew kêmasî qet sererast nabin. Di nava van hemû kêmasiyan de tiştên ku ji bo min herî girîng in ew in ku ez bi jiyana xwe kurdî bidomînim. Pişavtina Plana Şark Islahatê xistiye jiyana me em ê bi zimanê xwe têk bibin. Ev plana sed salan, dixwaze ku me bi ziman û nasnameya me dûr bixe.”
Sorgul Aytekê bertek nîşanî desteserkirina 128 rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermendan da k udi 25ê Nîsanê de bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Amedê li 21 bajaran hatibûn desteserkirin. Aytekê diyar kir ku her çiqas desthilatdarî dikeve tengasiyê berê xwe dide rojnameger, siyasetmendar û nûnerên saziyên sivîl û wê destnîşan kir ku “Zilm wê 14ê Gulanê bi dawî bibe.” (SY/FD)