Siyasetmedarên jin ên girtî ji bo Efrînê dest bi greva birçîbûnê kirin

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
9 siyasetmedarên ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li hemberî operasyona li ser Efrînê 3 rojan ketin greva birçîbûnê.
Li gorî daxuyaniya ji HDPyê hatiye kirin, Hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdak, Alîkara Hevserokan Aysel Tûglûk, Serokwekîla Komê Çaglar Demîrel, parlamenter Bûrcû Ozçelîk û Gulser Yildirim, Hevşaredara Amedê ya DBPyî ya li şûna wê kayûm hatibû tayînkirin Gultan Kişanak û ya Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Hevşaredara berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn û Hevseroka DBPyê Sebahat Tûncel duh (24ê Kanûna Paşiyê) dest bi greva bîrçîbûnê kirine.
Operasyona li ser Efrînê ya ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) di 19yê Kanûna Paşiyê de dest pê kiribû û di roja 6em de berdewam dike. (BK/FD)