Li Iraqê bajarên ku şîe lê zêde ne ji bo merasimên Erbeînê navber dan xwepêşandanên dijî hikûmetê.
Ji bajarê Ed-Dîwaniyeyê aktivîst Selîm el-Cesur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr duh jî xwepêşandanan dewam kir, lê bi hêzên ewlehiyê midaxale nekirin.
Cesur diyar kir ku xwepêşandêran biryar da ku heta kutabûna merasimên Erbeînê ew ê navberê bidin xwepêşandanan.
Ji bajarê Es-Semawayê aktivîst Xaldun el-Ehmed jî got ku xwepêşandêran îro navber da xwepêşanan.
Ehmedî diyar kir, ji bo ku mirov beşdarî merasimên Erbeînê bibin û hêzên ewlehiyê jî wezîfeya xwe bi rehetî bikin wan ev biryar da.
Merasimên Erbeînê
Di 10ê cotmeha 680yî (Hîcrî 10ê muharema 61an) li Kerbelayê kuştina Hezretî Huseyîn û 72 hevalên wî her sal di "Roja Eşûreyê" da tên bibîranîn. Li gor salnameya hîcrî, 40 şev piştî Roja Eşûreyê 20 meha Seferê tê û ji bo çalakiyên ku di 20ê mehê da tên bibîranîn jî "merasimên Erbeînê" tê gotin.
Her sal şîeyên ku li çar aliyê dinyayê dijîn, diçin Iraqê û Kerbelayê ziyaret dikin. Şîe di çalakiyên bibîranînê da şînê dikin, zêmar û mersiyeyan dixwînin.
Merasimên Erbeînê îsal wê 19ê cotmehê roja şemiyê werin kirin.
Li Bexdaya paytextê Iraqê û li hin wilayetên başûr ji 1ê cotmehê vir va gendelî, bêkarî û nekirina xizmetan tên protestokirin. Heta niha di xwepêşandanan da ji 110an zêdetir kes mirin û 6 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
(MB)
İbrahim Atmaca | AA