Hunermend Seîd Yûsivê ku duh li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kiribû, li gorî daxwaza wî wê li bajarê Qamişloyê were binaxkirin. Seîd Yûsiv li Qamişloyê ji dayik bûye û salên dirêj li wir jiyana xwe berdewam kiriye.
Bixwîne - "Mîrê Bisqê", Seîd Yûsivî koça dawî kiriye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hewldanên ji bo definkirina Seîd Yûsivî berdewam dikin. Îdrîs Înan, zavayê Yûsivî diyar kir ku dê cenazeyê Yûsivî destpêkê bibin Hewlerê û ji vir jî bibin bajarê Qamişloyê
Seîd Yûsivê ku di sala 1957an de li Qamişloyê ji dayik bûye, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê hatiye li Stenbolê bi cih bûye. Li vir bi nexweşiya penceşêrê ketiye û dihate dermankirin. Piştî dermankirina wî ya 67 rojan, Seîd Yûsivî duh li nexweşxaneyê koça dawî kiriye.
“Hevdîtin ji bo birina wî berdewam dikin”
Esad Daş, zavayekî din ê Yûsivî jî ev zanyarî dane: “Em ê sibê ji nexweşxaneyê derxin û bibin Qamişloyê. Ji bo vê yekê wesiyeta wî jî hebû. Dixwest li xaka Kurdistanê bê veşartin. Ji bo destûr û belgenameyên fermî em bi rayedaran re di nav têkiliyê de ne. Em li benda wan in." (FD)