Fotograf: Twitter
Hunermend Seîd Yûsiv, ango “Mîrê Bisqê” îro li Stenbolê koça dawî kiriye. Seîd Yûsivê ku bi sedan stran çêkiriye û bi dehan kaset derxistiye di çend mehên dawiyê de ji ber nexweşiya penceşêrê li Stenbolê li nexweşxaneyeke taybet dihate dermankirin.
Yûsiv di saetên sibehê de çûye ber dilovaniya xwe.
Seîd Yûsiv, xwediyê bi dehan xelatan ev sê meh in ku li Stenbolê dihate dermankirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Esad Daş, zavayê Yûsivî gotiye ew dixwazin cenazeyê hunermendî li Qamişloyê bispêrin axê lê derfetên wan nîne û divê destûr û derfet ji bo wan werin avakirin.
Derbarê Seîd Yûsivî de*Hunermend Seîd Yûsiv di roja 10.04.1947 an de li Qamişlo taxa Qidûr Begê çêbûye. Bavê wî Yûsivê Seîdê Osman e ji çiyayê Bagokê gundê Zaxuranê ye. Ji ber dubendiya malbatê bapîrê wî Seidê Osman xwe li Bişêriyê, mala Perîxanê girtiye û bi salan di nav wan de maye, ta ku bi şaşitî hatiye kuştin. Piştî kuştina bapîrê wî, bav û apê wî Osman, binxetî Sûriyê, bajarê Qamişlo bûne. Li Qamişlo bavê wî Yûsiv çav bi diya wî Emina Ehmedê Îssa dikeve û bi hev re zewicîne. Li Qamişlo Bavê Seîd di avakirina xaniyan de kar kiriye û jêre hatiye gotin Hoste Yûsiv. Ji biçûkaniya xwe ve li tembûrê dixine ta ku di serê sala 1966 an de dibe xwedî tembûr û tê naskirin. Seîd Yûsiv di bin bandora Mihemed Arif Cizrawî û Muradê Kinê de mezin bûye. Di wan salan de jî, di ahengên taybet de, dilê cemaweran xweş û geş kiriye û nav û dengê wî belav bûye. Hin caran di navenda çanda erebî de li Qamişlo stra ye. Û piraniya gotinên stranên wî ji danîna wî ne wek strana: Rewşê rewşê Rewşenê û Eman Cîhan. Di sala 1967an de çûye Beyrûtê, wek dengbêj di Radyo û aşxaneyên wê de kar kiriye. Rojnamegeriya Libnanî jî baş li dor hunermendiya wî nivîsandiye. Û 4 sêlik ji stranên xwe li Beyrûtê tomar kiriye, wek Rewşenê û Gulperî. Di sala 1968an de Êzgeya Kurdî li Bexdê wî vexwendî Bexdayê kirine, li wir çend stranên xwe tomar kiriye û ji wir çûye êzgeya Kerkûkê, ji wan re jî çend stranan tomar kiriye. Li Îraqê çav bi Mihemed Arif, Hesen Cizrawî, Îssa Berwarî, Gulbihar, Nesrîn Şêrwan, Tehsîn Taha, Fexrî Bamirnî û gelek hunermendên din ketiye û bi hev re bûne dot û heval.. Û wiha her 6 heyvan ji bo tomarkirina stranan çûye Êzgeya Kurdî li Bexdayê. Piştî çûna Aramê Dîkran a Ermenistanê, ew bûye dengbêjê yekem li Qamişloyê. Mamoste Seîd Yûsiv di roja 01.08.1969an de bi Emîra Melûl re zewicî ye û di roja 01.05.1970î de kurê wan Hunermed Zoro çêbûye û di eynî salê de 1969an dibe Beyrûtê. Li Beyrûtê, Komek Hunerî bi navê (Koma Newroz a Kurdî- Libnanî Bo Hunera Gelêrî) ava kiriye ku ji 45 emdaman pêk dihat, rehmetiyê Mihemed Şêxo, Rifetê Darî, Elî Ehmed û Şêrîn di nav de bûne. Vê paşiyê hunermendên wek Mehmûd Ezîz û rehmetiyê Mihemed Emîn Kîkî jî tevlî wan bûne û yekemîn ahenga xwe di Nîsana 1971ê de li ser textê şanoya sînema Rîvolî, bi amadebûna Saib Selam, serokê Encûmena wezîrên Libnanî û gelek kesayetiyên Libnanî yên navdar wek rehmetiyê Kemal Cinbilat pêk aniye. Di salên Libnanê de gelek caran hevdîtinên Tvyên Libnanî pêre hatine lidarxistin û wiha jî dostaniya wî bi hunermendên Ereb yên Libnanî re xweş bûne wek Riad Şerare. Her wiha di wan salan de sêlikek bi zimanê erebî, bi navê Zûro Libnan tomar kiriye. Di sala 1972an de di gel hunermend Mehmûd Ezîz Şakir û hunermenda deng xweş Şêrîn Mele çûne Urdinê û ahengekê li Emmanê di bin serokatiya Seed Cima, serokê wezîrên Urdinî de pêk anîne. Di sala 1972an de, li ser daxwaza koma Newroz û Komela Kurdî li Libnanê, hunermendê mezin Mihemed Arif Cizrawî û Gulbihar û Îssa Berwarî vexwendî Beyrûtê kirine û du ahengên mezin li Beyrûtê, yek di stadyoma bajarê Sporê de û yek di sînema Rîvolî de pêk anîne. Di sala 1972an de, li Beyrûtê çav bi Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ketiye û dostaniya wî pêre çêbûye. Û mîr Kamîran ji Kurdên Libnanê re gotiye: Kurên Min! Strana girê sîra bi sîr e ew jî Kurdistan e. Di sala 1973an de li ser daxwaza UNESCOyê, ew û hunermendê Efrînê Mihemed Elî Tico û hunermendê Îraqî Mûnîr Beşîr çend ahengan li Fransa û Almanyayê avêtine. Hingê UNESCO sêlikeke wî ya tembûrjeniyê tomar kiriye. Di sala 1974an de, di gel 12 mûzîkjen û hunermendên Kurd li ser hesabê wezareta Libnanî a Siyahe, li Afrîqyayê geriyane. Piştî şerê Libnanê, di 1975an de, sala 1977an mala xwe aniye Şamê. Salekê di îzgeya wê de kar kiriye û bûye yek ji endamên sendîqeya hunermendên Sûriyeyê û her wiha gelek awaz dane hunermenda mezin Semîra Tewfîq. Di sala 1978an de mala xwe veguhestiye bajarê Helebê û firoşgehek bo tomarkirin û firotina kasêtan vekiriye. Di dawiya 1979an de careke din zîviriye bajarê xwe yê evînê Qamişlo û firoşgehek bo tomarkirina kasêta û firotina amûrên mûzîkê vekiriye. Di sala 1988an de çûye Ewropayê, Nemsa û gelek ahengan li tevayî Ewropa pêk aniye. Di sala 1996an de li ser daxwaza Buroya siyasî a PDKÎ çûye Kurdistana azad û çend aheng li Selaheddîn û Duhokê pêk aniye û paşê jî li Stenbolê. Di van salên dawî de jî, gelek caran hatiye vexwendkirin ji rex wezareta kulturê a Sûriyê û aheng li bajarên Sûriyê pêk anîne.. Hem jî serkêşiya pêşbaziya Stranên Kurdî di TRT6 de li Stenbolê kiriye. Di gel ku mamoste Seîd Yûsiv Dengbêj, awazvan û mûzîkjene ew helbestvan e jî, ez dikarim bibêjim ku tev stranên wî, ji bil yên folklorî ji hunandina wî ne. Ji dîwanên wî yên Çapkirî: Govenda Dilan, Rewşen û Sozdil. Û yên neçapkirî, 5 dîwan hene. Pirtûkek wî bi erebî, bi navê (Bedai Teelîm Alet Elbiziq) amade ye ji çapê re. Ta niha dor 25 kasêtên wî hatine tomar kirin û gelek xelat wergertine. Jiyana Seîd Yûsiv jiyanek mişt xebat e, wî 45 sal ji temenê xwe di warê huner û peyva Kurdî de xerckiriye û hê jî berdewam e. Em jî temenekî dirêj di xweşiyê de bo Seîd Yûsiv, Mîrê Tembûrê hevî dikin. * Konê Reş, Partiya Yekîtî ji bo xizmeta wî ya di mûzîk û hunera Kurdî de Seîd Yûsif xelat kiribû...Qamişlo, 23.09.2011 ** Çavkanî: welateme.info |
(FD)