Li gor daneyên dawî yên wek bianet û Jinnewsê, tenê di meha Hezîranê de herî kêm 25 jin hatin qetilkirin û kuştina 33 jinên din jî wek ‘mirina bi guman’ hatin nişandan. Mêran di vê qonaxê de herî kêm tundkarî li 62 jinan kirin, tecawiz li 17 zarokên keç û kur kirin û herî kêm 7 jin taciz kirin.
Bêguman weke ku di van daneyên meha Hezîranê de jî xuya dike her diçe tundiya li ser jinan û hejmara jinên ku rastî her cûreyên tunehesibandinê tên, zêdetir dibin. Têkildarî mijarê yek ji rêvebera Komeleya Rosayê parêzer Berfîn Polat û ji Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî bi bianet-kurdiyê re axivîn.
"Jin herî zêde di sala 2024an de hatin kuştin"
Komeleya Dema Jinan tevahiya xebatên xwe di çerçoveya li dijî tundiya li ser jinan dimeşînin. Yek ji rêvebera komeleyê Newroz Unverdî di destpêkê de axivî û bal kişand ser rêjeya zêdebûna kuştina jinan û wiha axivî: “Di nava rojekî de 8 heb jin hatin qetilkirin. Em wek komeleya ku li hemberî tundiya li ser jinan disekinin, em dibinin ku her diçe rêjeya tundiya li ser jin û zarokan di van mehan de zêdetir bûye. Me tu carî hejmareke ev qas zêde ya wek sala 2024’an nedîtibû.”
Unîverdiyê diyar kir ku sedema qetilkirina jinan polîtîkayên dewletê yên bêcezahiştinê ye û wiha pê ve çû: “Desthilatdarî fikrê xwe yê ku jinan tunedihesibîne, li tevahiya saziyên xwe jî belav dike. Dijminatiyeke bi sazî ava dike. Ji betalkirina Peymana Stenbolê heta qanûn û pakêtên tên amadekirinê planên wan li holê ne û dijminatiya jinan dike. Jixwe her yek ji van têra xwe bingeha zêdebûna tundiya li ser jinê datîne holê. Mêr jî cesareta xwe ji vir digre. Me di mînaka Mûsa Orhan de jî dît.”
"Desthilatdarî ji qadên herî makro heta mîkroyê dixwaze serdest be"
Yek ji rêvebera Komelaya Rosayê Berfîn Polat axivî û diyar kir ku di zêdebûna her cûreyêkî tundiyê de û di kuştinên jinan ên ku îro gihaştiye asta qirkirinê de rola mekanîzmeya pergalê heye û gotinên xwe wiha domand: “Ev pergala desthilatdar a mijara gotinê hebûna xwe di her warê jiyana civakî de didomîne, ji qadên herî mîkro heta qadên herî makro hewld dide ku bingeha mêraniyê stûrtir bike. Em bi feraseteke ku ji bo desthilatdariya xwe berdewam bike her rêyên heyî mûbah dibîne re rûbirû ne. Li Tirkiyeyê û li tevahiya dewletên ku li ser mêraniya hegemonîk desthilatdariya xwe mezin dikin, her tim êrîşî berxwedan û nasnameya jinên ji bo azadiyê xwe birêxistin dikin, dike. Bêtehamuliya li hemberî têkoşîna azadiya jinê jî me bi gelek polîtîkayên mêtîngeriyê re rû bi rû dihêle.”
Encamên polîtîkayên bêcezahiştinê
Derbarê polîtîkayên bêcezahiştina kujerên jinan de jî parêzer Polatê wiha axaftina xwe domand: “Tabloya heyî ya ku ji bo jinan jixwe giran e; bi polîtîkayên bêcezahiştin, gotinên cudakariyê, bi pakêtên darazê, planên çalaki û bi qanûnên biryarê re, hê zê girantir dibe û tablo xerabtir dibe. Yek ji aliyê vê tabloya xerab jî ew bû ku meran di nav rojekî de 8 jin qetil kirin. Em baş dizanin ku feraseta mêraniyê herî zede bi polîtîkayên bêcezahiştinê, xwe qeyimtir dike û belav dibe. Polîtîkayên bêcezahiştinê, bi dayîna cezayên pir hindik an jî faîlên bêceza re xwe nişan dide. Ji ber vê yekê li hemberî van polîtîkayên bêcazehiştinê, faîl bi feraseta ‘jixwe tiştek bi serê min naye’ tevdigere û dev ji kiryarên xwe bernade.”
"Divê em bibin dengê jinên hatine qetlkirin"
Parêzer Berfîn Polatê bal kişand ser girîngiya şopandina dosyayên jinên rastî taciz, tecawiz û tundiyê tên û ev tişt anî ziman: “Dema em dêhna xwe didin dosyayên bêxwedî û yên nayên şopandinê, encama wan bi giştî li gor berjewendiyên sûcdar-faîl tên biencamkirin. Ji ber vê yeke gelekî bi qiymete ku di wan salonên de em bibin denge jinên hatin qetilkirin de ku em rê li ber darizandina terza jiyana wan jî bigrin.”
"Qanûna 6284an jî naxin meriyetê"
Tê zanîn ku yek ji sedema qetilkirina jinan jî hedefgirtina mafên jinan ên qanûnîye kul i hemberî vê yeke polîtîkayên dijminane têxin meriyetê. Berfînê li ser vê yekê jî wiha got: “Di rewşa heyî de hewceye bêgotin ku qanûnên ku jinê diparêzin pir kêm in. Qanûnên mîna 6284’an her çiqas ku hebin jî di rastiya xwe de tu carî ev nakevin meriyetê û jixwe ev demeke ku hewld didin vê qanûnê jî ji holê rakin. Ji ber vê yeke em niha bi pergaleke ku li paşiya qanûnê xwe jî mayî re rûbirû ne. Her cara mafê nafakayê her tim têxin mijareke nîqaşê lê ji ber ku rêxistinên jinan li hemberî vê yekê li ber xwe didin; careke din paş de gav diavêjin.
Pakêta darazê ya 9emîn
"Her wiha di demeke ku hejmara qetilkirina jinan evqasî zêde bûyî û êdî ji rêzê tê dîtin de, desthilatdarî bi tu awayî berpirsyariyeke çalak nagire ser xwe. Berovajî vê yekê di pakêta darazê a 9’an de bi navê ‘Plana Bihêzkirin û Parastinê ya Ji Bo Malbatê’ tundiya li ser jinan zêdetir dike.”
"Divê jin rêbaza xweparastinê têxin rojeva xwe"
Polatê da zanîn ku li hemberî vê feraseta tundkar ku jinê tunedihesibîne divê jin jî xwe bi rêxistin bikin û wiha bi lêv kir: “Hewceye em çembera xweparastinê heta ji destê me bê berfirehtir bikin û li dijî tundî û cureyên wê rêbaza xweparastinê jî em têxin rojeva xwe.”
(WT/AY)