Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de diyar kir ku du balafirên Îsraîlê şeva dî fûze li Balafirgeha Hûmsê ya Sûriyeyê barandine.
Di daxuyaniyê de hat eşkererin ku balafirên bi cûrreyê F15 bêyî ku bê esmanê Sûriyeyê ji Libnanê heşt fûze berdane. Pênc fûze li esmanê Sûriyeyê hatine îmhakirin sê fûze li aliyê rojavayî yê balafirgehê ketine.
Li gor nûçeya El Mayadinê ya di medyaya Libnanê de belav bûyî, dema fûze hatîn berdan balafirên îstixbaratê yên Îsraîlê bi ser balafirgeha Himsê re difirîyan.
Çêdibe DYAyê kiribe
Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê ya bi navê SANA vê sibeyê di nûçeyekê de diyar kiribû ku çêdibe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîş kiribe. Herweha di nûçeyê de hatibû eşkerekirin ku gelek kes bi êrîşê mirine.
(ŞA/MB)