Li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakur hejmara girtiyan her sala ku derbas dibe zêdetir dibe. Li van deran desthilatdar hewld dide girtiyên ji hemû mafên mirovî dûr bixe. Li beramberî vê rewşê girtî xwedî li mafên xwe derdikevin û li ber xwe didin. Yek ji van rê û rêbazên liberxwedanê, nivîskarî ye.
Îro li girtîgehan bi dehan nivîskar hene. Helbestan, çîrokan, romanan dinivîsin, lêkolînan dikin. Weşanxane hin ji van berheman çap dikin û wan digihînin xwendevanên li derve. Di van rojên dawiyê de jî berhemeke bi vî rengî çap bû. Roza Metîna û Jiyar Jahan Fardî bi hev re antolojiyek ji ber berhemên nivîskarên girtî amade kirin. Navê pirtûkê "Rabûna Berî li Gulberojan" e ku PENa Kurd ew çap kiriye.
Derbarê antolojiya çîrok û helbestên nivîskarên di zîndanan ya bi navê “Rabûna Berî li Gulberojan” de yek ji amadekarên pirtûkê Roza Metînayê bersiva pirsên me da.
*Roza Metîna
Di antolojiyê de 139 helbest û 16 çîrok hene. Metînayê ji bo nivîskar û helbestvanên girtî ne got: “Xwedîderketina li ked, têkoşîn û berhemên nivîskarên di zindanan de, peywireke wijdanî ya her ferdên civakê ye.”
Piştî pirtûkên xwe yên wek “Bilindahiyên Xwedawend”, “Hêviyên Dilazad”, “Tilîya Qereqûçkê” yên helbestê niha jî te û Jahan Fardî bi hev re pirtûka bi navê “Rabûna Berî Li Gulberojan” amade kir û te berê xwendevanan da wêjeya li girtîgehan. Te û Jiyar Jahan Fard we ji ber çi biryara xebateke bi vî rengî da?
Nivîskarên girtî niha di bin şert û mercên dijwar de kar û xebatên xwe yên di qada wêjeyê de didin meşandin. Loma xwedîderketina li ked û berhemên nivîskarên di zindanê de, girîng e. Li ser vê esasê me dest bi xebateke wiha kir. Ev xebateke zehmet bû, hinekî dem girt lê belê di warê bicihanîna peywira wijdanî ya civakî de gelekî girîng e. Çimkî xwedîderketina li ked, têkoşîn û berhemên nivîskarên di zindanan de, peywireke wijdanî ya her ferdên civakê ye. Dema pirtûk hat çapkirin, me biryar da ku em vê berhema ji çîrok û helbestan pêk tê ji girtîgehan re bişînin. Ji bo moral û motivasyona girtiyan jî wê gelekî baş be. Min dema name ji girtîgehan re şand û ragihand ku wê berhemeke bi vî rengî derkeve, gelekî kêfxweş bûn. Her wiha destnivîsên xwe jî ji me re şandin. Niha destnivîsên nivîskarên çîrok û helbestên wan, di vê berhemê de cihê xwe digirin jî di nava vê berhemê de hene.
Xebatên ji bo nivîskarên di zindanan de berfirehtir e. Li ser navê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd berî vêya me dîsa rojên îmzeyê li bajarên Kurdistanê yên cuda li dar xist. Her wiha wêneyên roja îmzeyê, name û pirtûk jî ji bo nivîskarên girtî hatin şandin. Niha li ser qenala Yoututubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd ez nirxandina berhemên nivîskarên di zindanan de yên ku min xwendine dikim. Berê di rojnameya Xwebûnê de tê weşandin û piştre jî vîdeoya vê yekê ez amade dikim û em li ser qenala Yoututubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd parve dikin. Ez gelekî kêfxweş im ku min li Bakurê Kurdistanê li ser navê saziyên PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd pêşengiya van xebatên ji bo nivîskarên di zindana de kiriye. Em difikirin ku ji bo berhema “Rabûna Berî li Gulberojan” jî li bajarên cuda yên Kurdistanê rojên îmzeyê li dar bixin. Em ê vê berhemê ji malbatên nivîskar û helbestkarên di zindanan de jî bişînin.
Ji 139 helbest û 16 çîrokan pêk tê
Pirtûk ji berhemên hin nivîskar û helbestvanên di zîndanê de ne, pêk tê. We xwe gihande çend nivîskar û helbestvanên li girtîgehan?
“Rabûna Berî li Gulberojan” hem di naveroka xwe de hem jî di navê xwe de têkoşîneke bi wate vedihewîne. Rabûn hişyarî ye, gulberoj jî her tim rûyê wê li rojê ye. Ango tê wateya hişyariya ku rûyê wê li aliyê rojê ye. Min dema edîtortiya vê berhemê kir, ez dikarim bêjim naveroka wê, min gelekî da fikirandin. Evîn, şer, têkoşîna bi salan, xweza û her wekî din gelek mijar di nava helbest û çîrokên vê berhemê de cihên xwe digirin. Ji 139 helbest û 16 çîrokan pêk tê. Her wiha destnivîsên nivîskar û helbestkarên ku çîrok û helbestên wan di vê berhemê de cih digirin jî hene. Kurtejiyanê wan jî tê de ye. Gelek çîrok û helbest rastiya bi salan a gelê kurd a têkoşînê rave dike. Min dema helbest û çîrokên berhema “Rabûna Berî li Gulberojan” xwend, ew têkoşîna pênûsa li zindanan bandoreke mezin li min kir. Loma jî ji ber xebateke wiha şanaz im. Ev xebata bi vê formatê bawer im li cîhanê yekem e. Li tu derê cîhanê têkoşîneke bi vî rengî ya ji bo wêjeyê li zindanan ne bawer im ku hatibe dayin. Em bi vê têkoşîna ji bo wêjeya kurdî ya li zindanan serbilind in.
“Em dixwazin nivîsên girtiyan bi cîhanê bidin nasîn”
Dema mirov bala xwe dide rewşa li girtîgehan heta ku malbat di nav şert û mercên giran de diçin bi zarokên xwe re hevdîtinê dikin. Yanî têkiliya bi girtîgehan re pir zor û zahmet e. Ji bo hûn xwe bigihînin nivîskaran, we çi zor û zehmetî kişandin?
Berî vêya sê çar salan, ez yek bi yek li weşanxaneyan geriyam û min lîsteya nivîskar û helbestkarên di zindanan de amade kir. Piştre min xwe gihand malbatên wan. Min qala projeya ku em ê ji bo nivîskar û helbestkarên di zindanan de pêk bînin, kir. Dilê wan gelekî xweş bû û gotin ew ê xwedîderketina li berhem, ked û têkoşîna nivîskar û helbestkarên girtî wan kêfxweş bike. Ev pêvajoya xwegihandina lîsteya nivîskar û helbestkarên girtî û malbata wan, zehmet derbas bû lê belê bi xîrekete mezin min pêşengiya vê projeyê kir û heta niha bi hevkariya saziyan me ji 45 nivîskar û helbestkarên li girtîgehan rojên îmzeyê li dar xistiye. Xizmeta ji bo nivîskar û helbestkarên girtî xizmeta ji bo ziman û wêjeya kurdî ye.
Her wiha yek ji armanca me ya derxistina vê berhemê jî ew bû ku em çîrok û helbestên nivîskar û helbestkarên di zindanê de wergerînin zimanên biyanî da ku em wêjeya li zindanê bi îradeyeke azad hatiye afirandin bi cîhanê bidin naskirin.
"Ji sedî zêdetir pirtûk hatine qedexekirin"
Bi dehan salan e li Kurdistanê ji ber rewşa siyasî bi hezaran kes hatine girtin û ketine girtîgehan û gelek ji wan jî hema bêje nîvê emrê xwe di girtîgehan de derbas kirin/dikin. Di nava wan de gelek kes hewl didin hest û ramanên xwe bi wêjeyê jî derbirînin Mirov dikare bêje ku her zindanek qadên wêjeyê ne jî?
Niha li girtîgehan li gelek nivîskar û helbestkaran pirtûkên wan jî tên qedexekirin. Pirtûka nivîksar Leyla Saraç derket lê belê rêveberiya girtîgehê pirtûka wê nedan wê. Li girtîgeha ew lê ye Pirtûkxaneya bi navê ya Millî heye û ji xeynî pirtûkên li wir tu pirtûkan nadin girtiyan. Ev jî zexteke mezin a derûnî ye, ev binpêkirina mafên mirovan e. Dîsa pirtûka nivîskarê girtî Abdullah Yilmaz jî lê hat qedexekirin û rêveberiya girtîgehê pirtûka wî jî nedayê. Ji ber îlktidara yekperest a AKP-MHPyê mixabin niha tecrîdeke giran li ser girtîgeh, jin û civakê heye. Lê belê li dijî vê yekê jî têkoşîneke mezin heye. Li gor daneyên Komîteya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd niha ji sedî zêdetir pirtûk hatine qedexekirin. Her wiha her girtîgeh bi kêfî tev digerin û zilmeke mezin li girtiyan dikin. Niha nivîskara girtî Gulazer Akin tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayê berdan. Nivîskara girtî Medya Yaklav jî tevî cezayê wê qediyaye jî dîsa nayê berdan. Dîsa nivîskar Riza Kazici li girtîgehê ji ber şert û mercên dijwar jiyana xwe ji dest da. Helbestên Riza Kazici jî di berhema “Rabûna Berî li Gulberojan” de cih digire. Riza Kazici û gelek girtiyên mîna wî li berxwe dan, li dû xwe têkoşîneke bi rûmet hişt. Loma xwedîderketina li berhem, ked û têkoşîna girtiyan jî rûmeteke giranbiha ye.
“Di projeya nû de wê çîrok û helbestên jinên girtî be”
Yek ji aliyê ku bala min kişandî, di nav nivîskarên heyî de tenê 2 heb ji wan jin in. Lê li girtîgehan gelek nivîskarên jin hene. Çima hejmara jinan ev qas kêm e?
Ji bo nivîskar û helbestkarên jin ên mîna Laleş Çelîker, Leyla Saraç, Fecrîye Benek, Gulazer Akin, Leyla Atabay, Mizgîn Ronak, Medya Yaklav, Rojbîn Perîşan ên di girtîgehê de bûn li bajarên Kurdistanê yên cuda rojên îmzeyê hatin lidarxistin. Çîrok û helbestên Medya Yaklav û Mizgîn Ronak tê de cih digirin. Hinek berhemên nivîskar û helbestkarên jin ên di girtîgehan de ji ber bi tirkî bû me nexist nav vê berhemê. Li gor şert û mercên li ber destên me, me encax xwe gihand berhemên bi kurdî yên Mizgin Ronak û Medya Yaklavê. Jixwe projeyeke din jî heye. Ev jî ew e ku pirtûkek çîrok û helbestên jinên li girtîgehê ne. Ger ev berhem derkeve wê çîrok û helbestên gelek jinên girtî tê de cihê xwe bigirin. Jinên li girtîgehan tevî hemû şertên dijwar dinivîsin xwediyê hêz û rûmetekê ne. Heta ji destên me bê em ê jî xwedî li vê ked, hêz û rûmetê derkevin. Bi hêviya em xwe bigihînin hemû nivîskar û helbestkarên ku di girtîgehan de dinivîsin. (WT/FD)