Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû, herdu rojnamegerên ku di 29ê Nîsanê de li Amedê hatibûn desteserkirin, bi rêya parêzerên xwe, peyam şandine.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînek dabû destpêkirin û polîsan bi ser malên edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglûyê de girtibûn. Yilmaz û Muftuoglû hatibûn desteserkirin û ew biribûn Enqereyê.
Herdu rojnamegeran di peyamên xwe de bang li raya giştî û hempîşeyên xwe kirine û xwestine piştgiriyê bidin û rojnamegeriyê biparêzin.
“Lêgerîna me ya li rastiyê dewam dike”
Dîcle Muftuoglûyê di peyama xwe de gotiye, “Dixwazen me, domdarên kevneşopiyeke zêdetirî 30 salan careke din bêdeng bikin. Beriya niha bi 2 rojan li Amedê operasyonek pêk anîn û 5 rojnameger hatin girtin. Li dijî kesên bi salan e bi operasyonên mîna van me krîmînalîze bikin, em bi inyad in û lêgerîna me ya rastiyê dewam dike. Ti astengî nikarin vê rastiyê tarî bikin. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku li dijî van operasyonên tarîkirinê, rojnamegeriyê biparêzin.”
“Ez xurt, dilgeş û şiyandar im”
Sedat Yilmazî jî di peyama xwe de gotiye “Hempîşe û hevkarên min ên rêzdar. Ez gelekî xurt, dilgeş û şiyandar im. Bi ti şêweyî sere xwe li ber mafyayan, baronên tiryakê natewînin. Hêvî û bendewariyên min ji we, xurtkirina piştevaniyê ye.”
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê 49 kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di encamê de polîsan li 15 bajaran bi ser malan de girtibûn.
Di encama serdegirtinan de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) û nivîskarê pirtûkxaneya zarokan a biayê Sedat Yilmaz, hevjîna wî Selma Yilmaz li Amedê, xwuşka Sedat Yilmazî Filiz Yilmaz jî li Stenbolê hatibû desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin, birine Enqereyê. (RT/FD)