Fotograf: Sibel Yukler
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê, edîtorê pirtûkxaneya zarokan ê biayê Sedat Yilmaz û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû hatine girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînek dabû destpêkirin û di encamê de li 15 bajaran polîsan bi ser malan de girtibûn. 19 kes hatibûn desteserkirin ku Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû jî di nava wan de bûn. Duh kesên desteserkirî birine edliyeyê û dozgeriyê daxwaza girtina 15 kesan kiriye û xwestiye 3 jî bi şertê kontrola edlî serbest bibin.
Li gorî nûçeya MAyê, Dadweriya Aştî û Cezayî ya Nobedar a Enqereyê biryara girtina rojnameger Sedat Yilmaz, Dîcle Muftuoglû û Erol Balci, Abdûrrahîm Tanyelî û Ramazan Debeyî daye.
Hevjîna Sedat Yilmazî Selma Yilmaz, Cahît Kanbay, Cîhan Guneş, Îsmaîl Adanmış, Cahît Ablay, Mahmût Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Li gorî baryara dadweriyê wê ev kes biçin îmzeyê bidin û nikaribin derkevin ji derveyî Tirkiyeyê.
Sedat Yilmazê ku biryara girtina wî hatiye dayîn, li ber deriyê dadgehê gotiye, “Rejîma heramiyan wê piştî 10 rojan bidawî bibe, rûxiya, wê birûxe.”
Bixwîne - Rojnamegerên desteserkirî peyam şandine: Rojnamegeriyê biparêzin
Bixwîne - Rojnameger Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz birine edliyeyê
(AS/FD)