Rojnamegerê Îtalî yê ku 10 roj in desteserkirî ye dest bi greva birçîbûnê dike

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rojnameger û derêhenêrê dokumanteran Gabriele Del Grande yê ku 10 roj berê li bajarê Hatayê yê Tirkiyê hatibû desteserkirin, bi rêya malbata xwe aşkere kir ku ew ê îşev dest bi greva birçîbûnê bike.
Wezareta Karê Derve ya Îtalyayê derbarê mijarê de daxuyanî da û daxwaz kir ku Del Grande bê berdan.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) spartiye Ajansa Nûçeyan a ANSAyê, Gabriele Del Grande yê ku di 9ê Nîsanê de hatibû desteserkirin, îro cara pêşîn bi rêya telefonê bi hevjîna xwe Alexandra D’Onofrio û hin hevalên xwe re axivî.
Del Grande diyar kir ku rewşa wî baş e lê ne dihêlin bi parêzeran ne jî bi hin kesên din re hevdîtinê bikin û derbarê wî de ti lêpirsîn jî nîne. Del Grande ragihand ku ew ê îşev dest bi greva birçîbûnê bike. (EA/FD)