Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnamegerê Îtalî Gabriele Del Grande yê ji 9ê Nîsanê û vir ve li Tirkiyê desteserkirî ye hat berdan ku di 19ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Berdana rojnameger ji hêla Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Angelino Alfano hat aşkere kirin.
Alfano vê sibê di hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku Der Grande yê 14 roj in li Navenda Paşveşandina Muglayê dihat girtin azad bû.
Çi Bibû
Gabriele Del Grande yê 35 salî ku bi xebatên xwe yên derbarê penaberan de tê naskirin, ji bo lêkolîna li ser şerê navxweyî yê Sûriyê û derketina DAIŞê hatibû Tirkiyê û di 7ê Nîsanê de li Hatayê hatibû desteserkirin.
Rojnameger di 19ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Wezareta Karê Derve ya Îtalyayê daxwaza berdana Del Grande kiribû. (YY/FD)