Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê rojnamegeran bertek nîşanî tundkariya polîsan da ku di dema Meşa Rûmetê de li Bûlent Kiliç, nûçegîhanê fotoyan ê Agence France Pressê (AFP) kiribûn. Li her sê bajaran rojnamegeran li ber avahiyên Walîtiyan çalakî li dar xistin û gelek saziyên rojnamegeran piştgirî dane çalakiyan.
Kiliç beşdarî çalakiya li Stenbolê bû. Rojnameger li Babialiyê kom bûn û ber bi Walîtiya Stenbolê ve meşiyan. Rojnamegeran li vir kamerayên xwe ê lênûskên xwe danîn ser dîwarê Walîtiyê.
Kiliç: Xwestin bêhnê li min biçikînin
Bulent Kiliç li vir axivî û got ku, “Ew polîsê pê li stûyê min kir hê jî li ser kar e, kî ji me xwe di nava ewlehiyê de dibîne?” Kiliçî spasiya hempîşeyên xwe kir ku piştgiriya wî kirine û wiha dewam kir: “Ji ber ku bi reaksiyoneke wiha raya giştî xwedî lê derket, ez gelekî bextewar bûm.
“Ez dibêm qey bi qasî deqîqeyekê bû. Car caran dema tê bîra min ez hê jî demoralîze dibim. Lewre bi qasî vî tiştî teştekî din ewqas hovane nîne ku bixwazin bêhnê li mirovekî biçikînin. Mixabin ez bi xwe bûm şahidê vê. Hemû kesên telefonê min kirin, pirsîn ji dil bi min re axivîn. Gotin, ew ê hovîtiyeke wiha qebûl nekin. Xuya ye ku dîmen gelekî giran bû, ji ber wê mirovan reaksiyoneke wiha dan.”
Rêxistinên rojnamegeran: Rojnamegerî karekî civakî ye
Piştî axavtina Kiliçî rêxistinên rojnamegeran metnek xwendin ku hevbeş bû. Fîlîz Gaziyê ew metin xwend û wiha got: “Ew mafê protestokirinê yê bi Destûra Bingehîn hatiye misogerkirin, di pratîkê de qedexe kirine. Ew mirovên ku nikarin debara xwe bikin, neheq ji karî tên derxistin, dixwazin li taxa xwe, li daristana xwe, li behra xwe xwedî derkevin rastî tunkariya polîsan tên, nikarin dengên xwe bidin bihîstin. Wezîfeya civakî ya rojnamegeran e ku nûçeya wan welatiyên ji bo mafên xwe derdikevin kolanan çêbike.
“Lê hempîşeyên me dema wezîfeya xwe li ser navê civakê pêk tînin, rastî tundkariyeke giran tên. Piştî biryarnameya dijyasayî ya Wezareta Karûbarên Navxweyî ya ku digot nabe di dema xwenîşandanan de dîmenên polîsan werin girtin, ev tundkarî derketiye asteke gelekî xeter.
“Heke armanca vê pêla tundkariyê neçarkirin û dûrxistina medkayaran a ji karê wan be, em careke din bi dengekî gûr diqîrin ku ev ne mimkun e. Rojnamegerî ne sûc e û em ê di karê rojnamegeriyê de dewam bikin. Em û tundkariya li rojnamegeran asayî nebînin û ti carî qebûl nekin.
“Em wan karmendên ku dixwazin di rêbazên dijmarovatiyê de israr bikin jî hişyar dikin: Bila baweriya we bi zirxê bêcezahiştinê neyê. Hûn ê wî bi wan kesan re teqez werin dadgehkirin ku vê fermana dijqanûnî didin we. Em ê destûrê nedin hûn rojnamegeriyê bifetisînin!” (HA/FD)