Rojnameger Tûncelê beraet kir lê dozger li dijî biryarê derket

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dersdara Zanîngeha Mûnzûrê Prof. Dr. Ulku Ozbeyê di rewşa xwe ya WhatsAppê de vîdeoyek weşandibû û nûçegîhana bianetê Rûken Tûncelê jî ew li ser medyaya civakî belav kiribû.
Ji ber vê rewşê, bi tohmeta ku “mafê nepenîtiya jiyana taybet binpê kiriye” doz li Rûken Tûncelê hatibû vekirin.
Tûncelê di vê dozê de beraet kir. Lê hîna beriya ku biryar li Sîstema Ragihandinê ya Tevna Darazê ya Netewî (UYAP) bê barkirin, dozger li dijî wê derket û serî li dadgeha îstînafê da.
Dadgehkirin li Dadgeha 2yem Asliye Cezayî ya Dêrsimê pêk hat ku Tûncel û parêzera wê Merîç Eyûboglû ji Stenbolê beşdarî danişînê bûn. Lê Ulku Ozbeya ku giliyê Tûncelê kiribû, beşdar nebû.
Danişîn bi parastina Tûncelê dest pê kir. Tûncelê got ku wê gelek caran derbarê tayînkirinên ne li gorî yasayan de nûçe çêkirine. Dema ev nûçe çêkirine, di destê wê de dokuman hebûn û ji ber vê van nûçeyan berê jî giliyê wê hatibû kirin lê hemû jî bê encam mabûn.
“Piştî nûçeyan YOKê lêpirsîn da destpêkirin”
Tûncelê diyar kir ku di van nûçeyan de navê Ozbeya gilîkar jî derbas dibû û ew di 10 beşên cuda de hatiye erkdarkirin û dokumana vê zanyariyê jî di nûçeyê de hebû.
“Min dokumanên di nûçeyên berê de hatibûn weşandin jî lê zêde kirin û li ser medyaya civakî nivîsand; ‘Ulku Ozbeya di vîdeoyê de ye heman Ulku Ozbey e ku we di 10 beşan de erkdar kiriye?’. Min heqaret lê nekir, sivkatî nekir. Ez rojnameger im û behsa van nûçeyan jê re dikim û pirsekê lê dikim.
“Ji ber nûçeyên ku min çêkirine rektör di serî de, hemû akademîsyenên di wan de navên wan hatine nivîsandin aciz bûn û giliyên min kirin. Lê biryara pêyneketinê hatibû dayîn. Her weha piştî van nûçeyên ku min bi dokumanan çêkirin, YOKê (Saziya Hindekariya Bilind) lêkolîna Zanîngeha Mûnzûrê kiribû. Yanê nûçeya min ne tenê ketibû rojeva civakê. Ji ber wê ye niha ez li vir im. Parvekirina min parçeyeke ji rojnamegeriya min e. Ez dixwazim beraet bikim.”
Parêzer Merîç Eyuboglûyê jî diyar kir ku bi parvekirina navborî re mafê nepenîtiya jiyana taybet nehatiye binpêkirin. Eyuboglûyê jî daxwaz kiriye ku biryara beraetê bê dayîn.
Dozgerî xwest ku bê cezakirin
Piştî pêşkêşkirinên paraznameyan, dozgerê danişînê got ku Tûncelê videoya Ozbeyê ne bi daxwaz û agahiya wê par ve kiriye û ji ber wê hewce dike ku bê cezakirin.
Heyeta dadgehê piştî axavtinan, biryar da ku Tûncel beraet bike.
Lê hîna beriya ku biryar li Sîstema Ragihandinê ya Tevna Darazê ya Netewî (UYAP) bê barkirin, dozger li dijî wê derket û serî li dadgeha îstînafê da. (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
