Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Bariş Pehlîvan li ber Halk TVyê, Rêvebirê Halk TVyê Serhan Asker li Enqereyê û pêşkeşkara Halk TVyê Seda Selek jî li Stenbolê hate desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê rojnameger Bariş Pehlîvan de ji ber axaftineke telefonê ya li gel pisporekî lêpirsînan ê bi navê S.B. ku derbarê dozên CHPyê de hatiye erkdarkirin lêpirsîn dabû destpêkirin. Pehlîvan dema li gel wî kesê pispor axiviye bêyî destûra wî dengê wî tomar kiriye û parvekiriye.
Derbarê rojnameger Şîrîn Payzinê de lêpirsîn hat destpêkirin
Bariş Pehlîvan di çarçoveya lêpirsînê de li ber deriyê avahiya televîzyona Halk Tvyê hat desteserkirin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de Rêvebirê Halk TVyê rojnameger Serhan Asker û pêşkeşkara Halk TVyê Seda Selek jî hatin desteserkirin.
Serdozgeriyê destnîşan kiriye ku cezayê wan kesên bêyî destûr axaftina kesek tomar bikin û belav dikin li gorî xala 277 a TCKyê ji 6 mehan heta 2 salan e, li gorî xalên 132-133 yên TCKyê ji salek heta 3 salan e.
(AEK/AY)