Rojnameger Şirin Payzinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandiye ku derbarê wê de bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kiriye" lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Nivîskar û bernamegera T24ê Payzinê got, "Belê, ji ber propagandaya terorê derbarê min de jî lêpirsîn hatiye dest pê kirin. Lê belê ji naverokê hê agahiya min nîne”.
Zextên li ser rojnamegeran
Duh (27ê Kanûna Paşiyê), ji ber nûçeyekî nûçegîhanê Sozcu TVyê Firat Fistik Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji bo îfadedayînê bang lê kiribû.
Di heman rojê de Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Halk TV û rojnameger Bariş Pehlîvan de bi îdiaya ku bê destûr axavtina bi telefonê a di navbera Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û kesekî pispor ku Îmamoglû navê wî aşkere kiribû de tomar kirine û belav kirine, lêpirsîn da destpêkirin.
(TY/AY)