Rojnameger û edîtora mafên mirovan a bianetê Ayça Soylemezê di rojnameya BirGûnê de derbarê Akîn Gûrlekê ku ji dadgeriya cezayê giran wek Alîkarê Wezîr hat tayînkirin de nivîsek nivîsandibû. Ji ber wê nivîsê Soylemez bi tohmeta ku "kesên ku di têkoşîna dijî terorê de cih girtine hedef nîşan daye(TMK 6/1)" dihat darizandin. Rojnameger Soylemezê beraat kir.
Soylemez bi parêzerê xwe Guçlu Sevimlî re beşdarî danişîna li 29emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bû. Dozgerê danişînê Egemen Savun, nêrîna xwe ya di danişîna 22ê Mijdarê de dabû dubare kir û xwest Soylemez bê cezakirin.
Doz li rojnameger Ayça Soylemezê hatiye vekirin
Parêzerê Soylemezê, Sevimlî li dijî vê nêrîna dozger parastin kir û diyar kir ku li gorî xala 26an a Qanûna Çapemeniyê, ji bo rojnameyên rojane û malperên nûçeyan ên înternetê dema vekirina dozê 4 meh in. Ji ber vê yekê dema dosyeyê bihuriye. Piştre jî got ku ew nivîs di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ye.
Rojnameger Ayça Soylemez ji ber giliyê Akin Gurlek derket pêşberî dadwer
Heyeta dadgehê piştî parastinê navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê xwest ku wê tenê Soylemez û parêzerê wê têkevin salona danişînê. Ji ber vê yekê kesên danişîn dişopandin û rojnamegeran bertek nîşan dan.
Li ser vê yekê her kes girtin salonê. Heyeta dadgehê biryara beraetê da û diyar kir ku hêmanên hiqûqî yên sûc pêk nehatine.
Dadgeh wê biryara bi hincet piştre eşkere bike.
(HA/AY)