Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER), Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Doktoran a Amedê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke hevpar dane.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Berdevka HDPê Ebrû Gunay û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûne. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jiyanê diparêzin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hatiye vekirin.
Daxuyanîya saziyan Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Amedê Mûstafa Yaşa xwendiye.
Yaşa, diyar kiriye ku binpêkirina mafên mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê bi vekirî tên kirin û devera herî zêde binpêkirin lê tên kirin jî girtîgeh in.
“Dermankirina bi kelemçeyê rêbazeke îşkenceyê ye”
Yaşa destnîşan kiriye ku pirsgirêkên weke astengkirina mafê tenduristiyê, dereng derxistina revîrê û dereng birina ji bo nexweşxaneyan, rewşa girtiyên nexweş hîn xerabtir dike û wiha domandiye: “Ev yek tê wateya binpêkirina mafê jiyanê. Gelek girtî ji ber ku nikarin ji mafê xizmetên tenduristiyê sûd bigirin, di nava demê de rewşa wan girantir dibe. Ji kapasîteya heyî zêdetir girtî li girtîgehan dimînin. Ji ber xwarina kêm, xurekên ne bi tenduristin, hewadariya demkurt û şert û mercên mayînê yên ne bi tendurist, gelek nexweşî di girtiyan de peyda dibin. Tedawîkirina bi kelemçeyê, rêbazekê îşkenceyê ye ku rê li ber tedawîkirina girtiyan digire. Zexta hêzên ewlekariyê û nebûna odeyên miayeneyê yên ne bi mihafezekirî, rê li ber mafê tenduristiyê digire.”
“42 girtiyên nexweş mirine”
Yaşa diyar kiriye ku tevî ku girtî ev demekî dirêje di rojevê de ne jî, bi tu awayî çareserî nehatine pêşxistin û wiha pê de çûye: “Girtiyên nexweş hem nikarin ji mafê tenduristiyê sûd bigirin û hem jî nayên berdan. Lewma jî jiyana xwe ji dest didin. Di nava sala 2022an de hinek jê girtiyên nexweş, bi giştî 42 girtî mirine. Girtiyekê nexweş jî demekî kin piştî berdanê jiyana xwe ji dest da. Rewşa girtî ya kesekî/ê nayê wateya binpêkirina mafê wan ê tenduristiyê. Li gorî rapora ÎHD’ê; 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Mafê tenduristiyê yê bi sedan girtiyên kal, girtiyên nexweşiyên weke dil û penceşêrê, nexweşiyên kronîk û hwd. pê re hene ku nikarin bi tena serê xwe bijîn tê binpêkirin.
“Raporên ATKyê ji zanistê dûr in”
ATK ji bo kesên nikarin bi tena serê xwe di girtîgehê de bimînin, biryarên yekalî û dûr in zanistê dide. Lewma jî dema mayîna van girtiyan a di girtîgehê de dirêjtir dibe û nexweşiyên wan girantir dibin.”
“Mehmet Emîn Ozkan mînaka herî şênber e”
Yaşa gotiye ku yek ji mînakên herî şênber ên binpêkirina mafên mirovan jî girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan e û wiha pê de çûye: “Ev 25 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên weke hîpertansiyon, toksik guatr, heliyana hestiyan, xerabûna rûvî û gurçikan, zeîfbûn, kerr û korbûn û jibîrkirin pê re heye û gelek caran jî krîza dil derbas kiriye. Saziyên tenduristiyê gelek caran rapor amade kirin ku nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne. Tevî vê yekê Saziya Tipa Edlî derheqê Ozkan de raporên neyînî amade dike û dike ku di girtîgehê de bimîne. Wekî ku di dîmenên li ser çapemenî û medyaya civakî de jî xuya dibe, nikare bimeşe û divê di zûtirin demê de were berdan. Dewlet mecbûr e ku mafê tenduristiyê yê girtiyan bi cih bîne û ev berpirsyariya wê ye.”
Di berdewamê de Yaşa ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên rê li ber encamên xetere vedike ev daxwaz rêz kirin:
“*Divê pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan bên çareserkirin û tevdîr bên girtin ku girtî bikarin bêkêmanî mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin.
* Hewceye girtiyên nexweş ên di bin “rîska mirinê” de û “her tim nexweşiya wan heye” li gorî raporên nexweşxaneyên bên berdan.
* Ji bo ku cezayê girtiyên nexweş bê paşdexistin, hewceye tekane saziya diyarker Saziya Tipa Edlî nebe.
* Hewceye rayeya dozgerên komarê ya di paşdexistina înfaza girtiyan a ji ber sedemên tenduristiyê bê rakirin û raporên nexweşxaneyan esas bên girtin.
* Divê rêgeza ‘ji bo ewlehiya civakê xetere ye’ ku rê li ber paşdexistina înfaza girtiyan digire ji qanûnê were derxistin.
* Hewceye danezana ku rayeya efûyê ya serokkomar ku bi sedemên tenduristiyê sererast bike were guherandin, ATK ne tenê saziya diyarker be û serokomar bêyî ku ferq û cudahiyê têxe navbera girtiyan, efûyê derxîne.”(RT/AY)