Biroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora xwe ya “çavdêrî û tespîtan a sala 2023yan” a derbarê Girtîgeha Tîpa Fyê ya Îmraliyê de aşkere kir.
Ji bo raporê, li navenda Biroya Hiqûqê ya Sedsalê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Parêzer Raziye Ozturkê rapor xwend.
Di raporê de behsa hûrgiliyên avakirina Girtîgeha Îmraliyê û pêşketinên piştî anîna Abdûllah Ocalanî ya vê Girtîgehê hate kirin.
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Ocalan ji 15ê Sibata 1999an û vir ve bi tena serê xwe li hicreyekê tê ragirtin. Her çend di 17ê Çiriya Paşiyê ya 2009an de 5 girtî şandin wir, lê dîsa jî Ocalan di nava hefteyê de rojê 23 saetan, şemî û yekşeman jî 24 saetan di hicreyekê de bi tena serê xwe hate hiştin.
Raporê destnîşan kir ku hevdîtinên bi malbatan û parêzeran re tên astengkirin û nahêlin bi rêya telefonê hevdîtin pêk bê. Her weha her hefte ji bo parêzer biçin, serî li Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa Fyê ya Îmraliyê didin.
“Herî dawî di 2020an de rû bi rû hev dîtin”
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê hevdîtina dawî ya bi Ocalanî re hate kirin bibîr xist:
“Ji 27ê Tîrmeha 2011an û vir ve tenê di navbera Gulan û Tebaxa 2019an de 5 parêzeran hevdîtin kirine. Hevdîtina dawî ji van pênc hevdîtinan di 7ê Tebaxa 2019an de bû. Ji sala 2014an û vir ve tenê 5 hevdîtinên malbatê pêk hatine.
“Hevdîtina herî dawî ya rûbirû bi birayê wî re di 3ê Adara 2020an de bû. Ji roja yekem ve, wî tenê du caran (27ê Nîsana 2020an û 25ê Adara 2021ê) bi têlefonê axivî ye. Peywendiya telefonê ya dawî 25ê Adara 2021ê di demeke pir kin de hat qutkirin. Ji wê rojê û vir ve tu agahî ji wî nayê stendin.
8 caran serî li Dadgeha Destûrê dan
“Ji bo ku em bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin her hefte ji aliyê malbat, wasî û parêzeran ve serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê û Midûriyeta Saziya Cezayê Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê didin. Di sala 2023an de 110 serlêdanên ji bo hevdîtina parêzeran û 59 serlêdanên ji bo hevdîtina malbatê ji her du deveran re hatine kirin û bê bersiv mane. Ji van 14 serlêdanên parêzer û 10 serlêdanên malbatan jî ji ber erdhejê pêk hatin û di vê rewşa ku qanûn hevdîtinên mecbûrî ferz dike de jî destûr nehat dayîn ku malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin.
“Ji xeynî serlêdanên di sala 2023an de li qada herêmî hatin kirin, der barê binpêkirinên mafan ên giran ên li Îmraliyê de 8 serlêdan li Dadgeha Qanûna Bingehîn wekî dadgeha bilind hatin kirin. Yek ji van jî ji ber erdhejê kêmbûna civîn û pêwendiyan e ku li gorî qanûnan pêwîst e. Çar heb bi nebûna hevdîtinên malbat û wasiyan ve girêdayî ne. Du heb jî derheqê nehiştina hevdîtina parêzeran e. Di dawiyê de, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di 6ê Îlona 2022an de; ‘Bêyî ku rastî astengdariyan bibe divê demildest parêzerên xwe bibînin.’ Ji ber ku serîlêdanên ji bo tetbîqkirina qerara înfazê li rêveberî û dadgehê hatin kirin bê encam man, ji ber ku daxwaza înfazê pêk nehat serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn.
“Di 6ê Çileya 2023an de ji ber ku destûr nayê dayîn ku em bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin û xebatên me yên pîşeyî bi giştî tên astengkirin, serlêdana Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê hat kirin. Di serlêdanê de; Hat xwestin ku ji bo rakirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran a 11 salan a ji bo muwekîlên li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ye, serlêdan û înîsiyatîfa pêwîst bê kirin û ji bo tespîtkirin, şopandin û pêşîlêgirtina pêkanînên li dijî hiqûqê û pêkanîna pîşeyê di şopandina pêvajoyên hiqûqî yên têkildarî nûnertiya parêzeran de ceribandinên astengkirinê hatiye tespîtkirin. Lê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê hem ji bo hiqûqnasiyê hem jî ji bo bidawîkirina şert û mercên îşkenceya li Îmraliyê pêvajoyek bi bandor nemeşand.”
(RT/FD)