Girtiyan ji bo “Azadiya Ocalanî” dest bi greva birçîbûnê kir
Çalakiya dorveger a greva birçîbûnê wê heta 15ê Sibata 2014an dewam bike.

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de ji bo “Azadiya Abdûllah Ocalanî û çareseriya pirsgirêka Kurdan” dest bi çalakiya dorveger a greva birçîbûnê kir.
Bi heman armancê li Almanya, Fransa û gelek welatên din çalaki pêk tên. Girtiyan di 26ê Çiriya Paşiyê de daxuyaniyek belav kir û çalakiya xwe ragihand.
Li gorî nûçeya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, çalakiya girtiyan duh dest pê kir.
Çalakiya dorveger a greva birçîbûnê wê heta 15ê Sibata 2024an dewam bike.
* Di 27ê Çiriya Paşiyê ango Mijdarê de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê civînek li dar ketibû û di encama civînê de avabûna PKKyê hatibû ragihandin. Di 15ê Sibata 1999an de Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan bi operasyoneke navnetewî, anîbûn Tirkiyeyê. (TY/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.