Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Mehmet Ûslû, Qeyûmê Şaredariya Farqînê û Hasan Dogan, Qeyûmê Şaredariya Giyadînê ji wezîfeyê hatine girtin.
Di 24ê Adara 2020an de Mehmet Ûslû, Qeymeqamê Navçeya Farqînê ji aliyê Wezareta Navxweyî ve weke qeyûm ji bo Şaredariya Farqînê ya HDPê hatibû wezîfedar kirin. Wezaretê Naşîde Toprak, Hevşaredara Farqînê ji wezîfeyê girtibû.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Wezareta Navxweyî di çarçoveya lêpirsîneke de Ûslûyî ji wezîfeyê girtiye û Omer Farûk Çelîk, Qeymeqamê Navçeya Çerkeş a Çankiriyê tayînî şûna wî kiriye.
Têkildarî lêpirsîna derbarê Uslu de heta niha agahî nehatine bidestxistin.
Di heman demê de Wezareta Navxweyî, Betul Yaşar, Hevşaredara Navçeya Giyadîna Agiriyê ji wezîfeyê girtibû û Qeymeqamê Giyadînê weke qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. Li ser fermana Wezaretê, qeyûm Dogan ji wezîfeyê hatiye girtin.
Li gor zanyariyan Doganî di çarçoveya lêpirsîna Cemata Gulen de ji wezîfeyê hatiye girtin. (AY/FD)