Polîsan destûr neda ku Dayikên Aştiyê daxwuyaniyê bidin

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dayikên Aştiyê ji Postexaneya Galatasarayê name ji Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê re şandin. Dayikên Aştiyê di nameyên xwe de bang li Wezîrê Dadê kirine û xwestine ku daxwazên Leyla Guvenê û girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bi cî bîne. Leyla Guven û zêdetirî 200 girtiyan ji bo tecrîta li ser Abdullah Ocalanî rabe, di greva birçîbûnê de ne.
Komê, beriya ku nameyan bişînin, xwest li ber avahiya postexaneyê civîneke çapemeniyê çêbikin. Lê polîsan destûr neda. Herweha nasnameyên rojnamegerên ku xwestin civînê bişopînin kontrol kir û lê nêrî bê gelo derbarê wan de lêpirsîn, lêgerîn an jî biryara girtinê û zeftkirinê heye yan na.
Dayikên Aştiyê ji ber astengiya polîsan, çûne nameyên xwe şandine û daxuyaniya çapemeniyê li rojnamegeran belav kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, ji bo aştiya civakî pêk were divê tecrît rabe û ew amade ne ku wezîfeyê bigirin ser milê xwe. Dayikên Aştiyê her weha xwestine bi Wezîr Gulî re bicivin. (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
