PKKê berpirsiyariya êrîşa TUSAŞê girt ser xwe

Di êrişa li dijî Pîşesaziya Feza û Hewayî ya Tirkan(TUSAŞ) de 5 kes miribûn û 22 kes jî birîndar bûbûn. Hêzên Parastina Gel(HPG) ku baskê leşkerî yê PKKyê ye berpirsiyariya êrişê girt ser xwe.

TSK-MÎTê li dijî Herêma Kurdistanê û Rojava êrîşên hewayî pêk anî
HPGyê li ser hesabê xwe yê telegramê têkildarî mijarê daxuyanî daye û weha gotiye:
“Çalakiya fedaî ya ku 23yê Çiriya Pêşînê saet 15:30î li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞê hate kirin, ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin. Lehengên vê çalakiya dîrokî jî hevrêyên me Asya Alî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Rojger Hêlîn (Alî Orek) in. Ev çalakiya ku demeke dirêj beriya niha hatibû plankirin û bi rengekî serkeftî bi cih hate anîn, ti eleqeya wê bi rojeva siyasî ya meha dawî re nîne ku li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin.”
“Tabûra Nemiran wekî prensîb tim û tim çalakiyan nake lê belê dem bi dem li hemberî hedefên stratejîk û girîng, dûrî ji rojeva rojane li hemberî kiryarên qirker, komkujî û kiryarên tecrîdê yên dewleta Tirk çalakiyên fedaî yên ji bo hişyarkirinê û bi peyam pêk tîne. Çalakiya ku hate kirin jî di vê çarçoveyê de li dijî kiryarên li Kurdistanê hate kirin.”
