Pêşkêşvanê Akit TVyê rojnameya Cumhuriyetê tehdîd kir

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Pêşkêşvanê Akit TVyê, Yusuf Ozanî di bernameyeka pêşkêşkirina nûçeyên rojnameyan de ji bo rojnameya Cumhuriyetê got “qetilkirina we mûbah* e.”
*Mûbah: Ew kiriyar in ku ti asteng li pêşiya kirina wê nînin, ne xêr û ne jî guneh in.
Piştî gotinên pêşkêşvanê navborî Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê(TGC) Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê(TGS), Komeleya Rojnamegerên Nûjen(ÇGD), Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) û Konseya çapemeniyê nerazîbûna xwe diyar kirin.
Çi bûbû?
Pêşkêşvanê Yeni Akit TVyê, Yusuf Ozanî dema sernivîsên rojnameyan dixwend ya Cumhuriyetê jî xwend: “Li Efrînê 11 Kes Şehîd Bûne”
Piştî xwendina sernivîsa Cumhuriyetê jê re gor “pîsa heram!”
Hin gotinên Ozanî ev in:
*Ji ber ku jimara 11 bi dilê te ye te ev sernivîs nivîsîye ma ne?
*Hûn bixwazin vê yekê li xwe bigirin an negirin, hûn bixwazin xwe bidirrînin, xwezî li vî welatî [cezayê] îdamê hebûya. Divîya serê we jê bibûya, hûn xayîn in.(EA/MB)