Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ahmet Keser pêşkêşvanê bernameya “Roj dest pê dike” (Gün Başlıyor) yê Akit TVyê derbarê îdiayên ku dibêjin Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirkiyeyê di operasyona li ser Efrînê de sivîlan dikuje wiha axivî:
“Artêşa Komara Tirkiyeyê sivîlan dikuje…Artêş çima sivîlan bikuje? Heke ku li wir sivîl hebin çima artêşa Tirkiyeyê li wir be? Artêşa Tiriyeyê bi sedema kuştina sivîlan ma ji bo çi wê biçe wir bira?
“Yawo heke ku em bixwazin sivîlan bikujin em ê ji Cîhangîrê dest pê bikin; Nîşantaşi, Etîler…Ne wisa, gelek xayîn hene. Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) heye…”
Di Akît TVyê de ji bo rojnameya Cûmhûriyetê gotibû “kuştina we serbest e”
Pêşkêşvanê Akit TVyê, Yusuf Ozan Demîrî 12yê Sibatê di bernameya bi navê “Manşeta Rojê” de dema sernivîsên rojnameyan dixwend ya Cumhuriyetê ya ku digot “Li Efrînê 11 Kes Şehîd Bûne” jî xwend û ji bo wê got ku “pîsa heram”. Demîrî wiha berdewam kiribû:
*Ji ber ku jimara 11 bi dilê te ye te ev sernivîs nivîsîye ma ne?
*Hûn bixwazin vê yekê li xwe bigirin an negirin, hûn bixwazin xwe bidirrînin, xwezî li vî welatî [cezayê] îdamê hebûya. Divîya serê we jê bibûya, hûn xayîn in. (EKN/FD)