Ji boı nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag ji 4ê Mijdarê vir ve girtî ye. Ew di 13ê 2012an de ji ber ku beşdarê merasîma cenazeyê endamê MLKPê Yasemîn Çiftçi bûbû, derbarê wê de doz hatibû vekirin û 10 meh ceza lê hatibû dayîn. Dadgeha Bilind jî di 2ê Mijdara borî de cezayê derbarê wê de hatibû dayîn erê kiribû.
Îro bi tezkereya bi îmzeya Alîkarê Serokwezîr Nurettin Canikli li meclisê hat xwendin û parlementeriya Figen Yuksekdag hat betalkirin.
Serokwekîlê Koma HDPê Ahmet Yildirim derbarê mijarê de got: “Dozger ku dadwerên ku derbarê Yuksekdag de wê biryarê dane, niha girtî ne. Hukimet bi vê yekê xwe sipartiya bin biryara terorîstan. Ev ne biryareke hiqûqî ye.”
Tezkereya derberê Fîgen Yuksekdag de wiha ye:
(ÇT/YO)