Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Tûgba Hezer-Ozturkê red kir. Parlamenteran bi daxwaza betalkirina wê biryarê serî li dadgehê dabûn ku parlamentoya tirkiyê mafê parlamenteriyê ji wan standibû.
Ji bo biryara betalkirina Sariyildiz û Ozturkê, parlamentera HDPyê ya Şirnexê Aycan Îrmezê serî li dadgehê dabû.
Li gorî nûçeya di Ajansa Anadoluyê de cî girtiye Lijneya Giştî ya AYMyê, biryara betalkirina parlamenteriya parlamenterên HDPyê Faysal Sariyildiz û Tûgba Hezer-Ozturkê li gorî destûra bingehîn, yaseyên navborî û rêziknameya parlamentoyê dît û serlêdana parlamenteran red kir.
Çi bûbû?
Rapora Komisyona Tevlihev a Destûra Bingehîn û Edaletê ya Parlamentoyê ya derbarê betalkirina parlamenteriya Hezer-Ozturk û Sariyildizî de di 27ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hatibû nîqaşkirin ku hinceta betalkirinê weke “bêberdewami” ya parlamenteran hatibû nîşandan.
Di dengdana tezkere ya derbarê “betalkirina parlamenteriya” Sariyildiz û Ozturkê de 328 parlamentera ji bo Sariyildizî û 324 parlamenteran jî ji bo Ozturkê dengên erênî bikar anîn.
Ji ber ku zêdetirî 276 parlamenteran dengên erênî bikar anîn parlamenteriya Sariyildiz û Ozturkê hat betalkirin.
Tenê 20 parlamenterên ku beşdarî civînê bûn li hemberî betalkirina parlamenteriyê deng dan.
Hezer-Ozturk û Sariyildiz ji Cotmeha 2016yê û vir ve beşdarî xebatên parlamentoyê nedibûn.
Wezareta Navxweyî di 4ê Kanûna Pêşîn a 2016yê de daxuyanî dabû ku Ozturk û Saryildiz ên derbarê wan de biryara berdestkirinê hene li derveyî welêt in. (BK/FD)